Komek ji hunermendên Kurd (RÊWIYÊN HUNERA WELAT), ji bo balê bikşînin ser berxwedana Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya xwe nîşan bidin, bi navê “Cenga Netewî” vîdeoklîpeke nû weşandin. Di vê projeya netewî de gelek dengên naskirî cih girtin û peyama yekîtiya çar perçeyên Kurdistanê dan.
Hunermendên ku di projeyê de cih girtine:
Ev xebata hunerî bi beşdariya van hunermendan hat amadekirin:
- Rêzan Şîrwan, Şahîn Farqîn, Zînê Koçber, Hozan Bengî, Zîlan Nar, Gokhan Çîftçî, Koma Rec, Heval Fîrar, Evîn Sindî, Ciwan Weysel û Azad Karahan.
Kedkarên Berhemê
Aliyê teknîkî û hunerî yê stranê ji aliyê van navan ve hat meşandin:
- Gotinên Stranê: Yilmaz Tekin û Şahîn Farqîn
- Muzîk: Yilmaz Tekin
- Derhêner: Yusuf Erol
Peyama Yekîtiyê û Azadiyê
Stran bi taybetî balê dikişîne ser yekîtiya Bakur, Başûr û Rojhilat ku ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bûne “yek xelek”. Di gotinên stranê de banga têkoşîn, tolhildan û azadiyê tê kirin. Bi taybetî rola ciwanan û berxwedana keç û xortên Kurd ên ku canê xwe feda dikin, wekî hêviya azadiya Kurdistanê tê pênasekirin.
Gotinên Stranê:
CENGA NETEWÎ
Bakûr Başûr Rojhilat tevde bûne yek
Ji bo gelê Rojava bûne yek xelek
Diherikin ji sê alîyan têne lek bi lek
Çar hêlê Kurdistanê bûne yek dilek.
Sond û soza gelê me azadîya te
Tekoşîn û Berxwedan ji bo Rizgarîya te.
Şoreş û cenge li ser axa te
Ciwanên me wa hildidin tol û heyfa te.
Keç û xortên mey çeleng hatin meydanê
Hêvi xistin dilê me bi berxwedanê
Canê xwe feda dikin ji bo jîyanê
Wê azadîyê bînin ji bo kurdîstanê









