İHD: 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be! 

Kurdi

Komeleya Mafên Mirovan (İHD) sedama 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanîyek da; Daxuyaniyên İHD wusa ye:

15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be! 

15ê Gulanê, ku roja weşana hejmara yekemîn ya kovara Hawarê ye, ji 2006an vir de wek roja  Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin; Hawar, sala 1932yan, ji aliyê Celadet Bedirxan ku elfabeya zimanê Kurdî nivîsiye û rewşenbîrên Kurd ên wê demê ve bi elfabeya Latînî hatiye weşandin. Di Hawarê de ku heta sala 1943yan 57 hejmar derketiye, nivîsên bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî cih girtine. 

Cejna Zimanê Kurdî ku her sal zêdetir coşdar û bi girseyî tê pîrozkirin, wê îsal heta 1ê Pûşperê  bidome. Li çalakiyên weke şahiyên li kolanan, konser, panel, gotûbêj û semînerên çend roj berî 15ê  Gulanê destpêkirine, sloganên weke “Em her derê bikin dibistanên zimanên Kurdî”, “Her dem Kurdî,  her der Kurdî”, “Ger zimanê me tunebe em jî tunene” û daxwazên ku Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî û  perwerde û fêrkarîya bi zimanê Kurdî dertên pêş. 

Ev çalakî car caran tên astengkirin. Weke mînak, li Amedê di çalakiya pîrozbahîyê de,  belavkirina broşûran a bi destê komele û partiyên beşdarvan hatiye astengkirin; li Wanê meşa ku gelek rexistinên sivîl ên civakî xwestine bi hev re pêkbînin hatiye berbendkirin. 

Li Tirkiyê çendî ku zimanê Kurdî, piştî zimanê Tirkî, gelek bi berfirehî tê bikaranîn jî, ne xwedî  statuyeke fermî ye û fişar û zordestiya li ser zimanê Kurdî seranserî dîroka Komarê bi awayên cur bi cur  dewam kiriye. 

“Pirsgirêka Kurdî” sereke pirsgirêkeke bingehîn a Tirkiyê ye û li hêviya çareserkirinê ye; yek ji  alava herî esasî ya pêşveçûna çareserkirina vê pirsgirêkê û pêkanîna aşitiya civakî, bêşik rakirina  astengên li hember bikaranîna ziman û zaravayên Kurdî ye. Bêyî ti temînatên zagonî di sala 2009’an de  destpêka weşana Kurdî di TRT 6ê de û di sala 2012an de destpêkirina dersên bijarte, dûrî bicîanîna  daxwaza bi milyonan Kurdan a li ser zimanê dayikê ye.  

Li gorî lêkolîneke vê dawiyê hatiye kirin li Tirkiyê rêjeya kesên ku daxwaza perwerdeya bi zimanê  dayikê dikin ji sedî 90’î zêdetir e; ev lêkolîn diyar dike ku daxwaza perwedeya bi zimanê dayikê ne tenê  ji bo Kurdî heye, herwiha ev daxwaz ji bo zimanên din ên wek Erebî, Rûmî, Lazî, Ermenkî, Suryanî, Gurcî  ku li Tîrkiye tên xeberdan jî heye. 

Mafên zimanî, di belgeyên curbicur ên mafên mirovan de jî hatine parastin. Belgeyên  navneteweyî, standardên ku divê ji aliyê civaka navneteweyî ve bê pejirandin û bikaranîn destnîşan  dikin; çend mînak ji van peymanan ev in: Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, Peymana  UNESCOyê ya bi navê “Di Warê Perwerdeyê de Peymana li Dijî Cihêkariyê”, pêşniyazên Rêxistina Ewlehî û Hevkarîyê ya Ewropayê (AGİT) ku pêşniyaz li dewletên tevlî vê rexistinê bûne dike da ku li gorî  van pêşniyazan tevbigerin, wek “Pêşniyazên Laheyê yên li ser Mafên Perwerdeyê yên Kêmatiyên  Neteweyî”, “Pêşniyazên Osloyê yên li ser Mafên Zimanî yên Kêmatiyên Neteweyî” û Rêbera di Warê  Weşanên Radyo û Televizyonan de Bikaranîna Zimanên Kêmatiyan”

Ji bo ku ti kes wek niijad, reng, zayend, ziman, ol, koka etnikî an jî civakî û hwd. li ser ti bingehê  rastî ti cihêkariyê nebe û ku ji maf û azadiyên bingehîn ên mafên mirovan bi wekhevî sûd werbigre, em ê  têkoşîna xwe bidomînin û ji bo hemû zimanan azadiyê bixwazin 

Em, parêzvanên mafên mirovan, hevalê xwe Vedat Aydın, di roja Cejna Zimanê Kurdî de bi  rêzdarî bi bîr tînin; Vedat Aydın, endam û rêveberê komeleya mafê mirovan, di lijneya giştî ya komeleyê  de bi zimanê xwe yê dayikê, bi Kurdî axaftinek kir û hate girtin û darizandin û di pey re jî hate qetlkirin. 

Em parêzvanên mafên mirovan careke din tînin ziman ku em dixwazin û diparêzin herkes bi  zimanê xwe yê dayikê bi azadî biaxive, bi zimanê xwe perwerde bibe û em li hember hemû astengiyên  di vî warî de disekinin û cejna zimanê Kurdî pîroz dikin. 

Komeleya Mafên Mirovan

İlginizi Çekebilir

Zelenskiy, İspanya ve Portekiz ziyaretlerini iptal etti
Nuri Fırat: İki İsyan ve ‘Azgın Kürdofoblar’

Öne Çıkanlar