Tenê 4 (% 5) darvekirinan ji hêla sazîyên fermî yên Îranê ve hatine ragihandin, 83 (% 95) ji hêla IHRNGO ve hatine piştrast kirin û tomar kirin.
“Ji wan 48 kes bi sûcê kuştina bi qezayê (qisas), 35 kes jiber sûcê madeyên hişbir, 2 kes jî jiber sûcên tecawizê hatin darve kirin, ” rexistinê got.
IHRNGO dijî darvekirinan banga xwepêşandan û zextan li ser Komara Îslamî ya Îranê kir.
“Mafên Mirovan ya Îranê careke din bala gelê Îranê û civaka cîhanî dikşîne ser darvekirinan li Îranê û jibo rawestandina darvekirinan pêwîstîya xwepêşandan û zextan li ser Komara Îslamî destnîşan dike,” rêxistinê got.
Rêvebirê IHRNGO Mahmûd Emîry Moghaddam dîyar kir ku “Meşîna darve kirinê ya Komara Îslamî bi hemû leza dixebite“û“piranîya kêsên hatine darve kirin ji civakên xizan û şikestbar in ku ji mafê darizandinên dadmend bêpar hatine hiştin.”
“Jibo sekinandina rdarvekirinan dive civaka navneteweyî demûdest tevbigere û xwepêşandanên berfireh yên gelwerin darxistin,” Moghaddam got.
/Jêder:-VOA Kurdi- IHRNGO/