Îlham Ehmed: Lavrov Agehdare ji hevdîtinên bi Şamê re û zane kî sûcdare

Kurdi

Lavrov di hevpeyvînekê li gel RT TV beşa Arabî de, kurdên Sûrîyê hişîyar kirin ku ” bi Amerîka ne bawer bin”, û Vekişandina hêzên Amerîkî ji Afganistanê bi bibîra kurdan ve anî.

Wezîrê derve yê Rûsya kurdên Sûrîyê û Amerîka bi cûdakirina Sûrîyê tawanbar kirin.

Îlham Ehmed: Lavrov Agehdare ji Hevdîtinên bi Şamê re û Zane kî Sûcdare

Seroka Desteya Karê Derve ya Rêveberîya Xweser Îlham Ehmed, di destpêka bersiva xwe de eşkere kir ku birêz Lavrov agehdare ji hevdîtinên rêveberîya xweser li gel Şamê, wê eşkere kir ku Lavrov dizane ku rêjîma Sûrîyê sûcdare.

“Ew bi xwe dizane alîyê ku astengîyan derdixînee pêş rêjîma Sûrîyê ye,”Ehemd got.

Nêzîkbûna Rûsîya ji Pirsa Kurdan ne Raste

Seroka dipolmasîya Rêveberîya Xweser Îlham Ehmed bal kişand ser nêzîkbûna Rûsîyayê ji pirsa kurdên Sûrîyê û têkilîya wan li gel Şamê.

Ehmed dibêje ku niraxinda Lavrov derbarê pirsa kurdî li Sûrîyê ne di cî de ye, û wê tekez kir ku daxuyanîyên wî bi xwedî mesajek ji bo Tirkîyê û Amerîka ye.

“Ew bi van daxuyanîyan mesajan dide Tirkîyê û Amerîka herdem me wek sûcdar derdixîne, ev nêzîkbûna Rûsîyayê ji pirsgirêka Sûrîyê û Kurdan re ne di cî de ye,” Ehemd got.

Tawana Cûdabûnê Ret Dikin

Wezîrê derve yê Rûsîya kurdên Sûrîyê û Amerîka bi parçekirin û cûdaxwaziya ji Sûrîyê tawanbar kir, Seroka desteya karê derve ya Rêveberîya Xweser Îlham Ehmed îdîayên wezîrê derve yê Rûsîyayê red kir.

“Rûsîya berdewam, me bi cûdabûna ji Sûrîyê tawanbar dike, em vê yekê red dikin û ne rast e,” Ehemd got.

Têkilîya Kurdan û Amerîka li Sûrîyê

Ji 2014’an ve nêzî 900 leşkerên Amerîkî ji bo şerê dijî Daişê li Sûrîyê hene, heya 2019’an ku piştî têkçûna Daişê li devera herî dawî li Baxozê, Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di cotmeha heman salê de birîyara vekişandina leşkerên Amerîkî li Sûriyê ji hin herêmên sînorî da, û leşkerên Amerîkî ji deverên Serêkanîyê û girêspî vekişîyan, berîya ku birîyar were rawestandin, ev yek rojek berê ji êrîşa Tirkîyê bû, ku heman dever dagir kirin, û di encam de pêitir ji 300 hezar kes ji ber êrîşên Tirkîyê neçarbûn derbiderî herêmên din yên kurdî bûn.

Li kêleka Tirkîyê jî, Rûsîya deverên ku Amerîka, wê demê wek Kobanîyê valakir, dagirt û cara yekê bingeha Xerab işik ya Amerîkîyê bû li Kobanîyê, leşkerên Rûsîyayê lê hatin dîtin.

Seroka karê derve ya Rêveberîya Xweser got ezmûna 2019’an ezmûnek xerab bû.

“Vekişandina berê ya 2019an ezmûnek xerab bû û encamên xerab bi ser hêrêmê de anî,” Ehmed got.

Tirsa Dubare bûna ezmûna Afganistanê li Bakurê Sûrîyê heye

Serokê Amerîkayê Joe Biden di Tebaxa 2021’an de birîyara vikişandina hêzên Amerîkî ji Afganistanê da.

Wezîrê derve yê Rûsîyayê di hevpeyvîna xwe de ya li gel RT Arabic de Vekişandina hêzên Amerîkî ji Afganistanê bi bîra kurdên Sûrîyê ve anî got “di şevekê de û ji nişkan ve wê leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê vekişin û wan (mebesta wî kurd) tenê bihêlên.”

Seroka desetya karê derve ya Rêveberîya Xweser tekez kir û ser vekişandinek ji nişka ve, got:

“Vekişandina ji nişkan ve wê zirarek mezin bide deverê. Û di hisabê me de ev yek heye,” Ehemd got.

Karbidesta payebilind ya Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Îlham Ehmed bal kişand ser daxawza gelên li herêmê derbarê mana Amerîka li Sûrîyê.

Ehmed dibêje, wê rojek bê Amerîka leşkerên xwe ji Sûrîyê vekişîne, lê divê vekişandinek bê zirar û pîlankir be.

“Amerîka wê rojekê ji vê deverê vekişe, lê em hêvî dikin ku vekişandinek pîlankirî be ku di encama wê de zirar neghêje herêmê,”Ehemd got.

Sîysetmedara Kurd a Sûrîyê Îlham Ehmed bal kişand ser hevakrîya navbera kurdên Sûrîyê li gel Amerîka di şerê dijî Daişê de, tekez kir ku hevkarî berdewame û ew ji bo rêgirtina ber vegera Daişê û çesipandina aramîyê li deverê di hevkarîyek bi hêz de ne.

tmedara Kurd a Sûrîyê Îlham Ehmed bal kişand ser hevakrîya navbera kurdên Sûrîyê li gel Amerîka di şerê dijî Daişê de, tekez kir ku hevkarî berdewame û ew ji bo rêgirtina ber vegera Daişê û çesipandina aramîyê li deverê di hevkarîyek bi hêz de ne.

/Jêder: Voa-Kurdi/

İlginizi Çekebilir

Amerika, Venezuela Devlet Başkanı Maduro’nun uçağına el koydu
Rusya’nın hava saldırısı sürüyor: Kiev’de siren sesleri yükseldi

Öne Çıkanlar