Îran: Jı bo civaknas Pexşan Ezîzî cezayê darvekirinê hate dayin

Kurdi

Parêzer û birayê çalakvaneke Kurd piştrast dikin ku piştî salekê di zindanê de Dadgeheke Komara Îslamî bi tawana endametîya Partîya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) cezayê darvekirinê lê biriye.

Civaknas Pexşan Ezîzî, ku ev nêzî salekê ye di girtîgehê de ye, ji aliyê Şaxê 26’ê Dadgeha Înqilaba Îslamî ya Tehranê ve bi tawana “Bexî” û endametîya PJAK’ê cezayê darvekirinê daye wê, Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê û rêxistina Hengawê roja Sêşemê ragihand.

Li Îranê ”Bexî” sûcekî ewlekarê ye û li gor yasaya cezayên Komara Îslamî ya Îranê, her çalakîyek çekdarî li dijî hikûmet û prensîpên Komara Îslamî dikevin jêr navê wê tawanê û ceza jî darvekirin yan zîndankirina demdirêj e.

Birayê Pexşan, Aso Ezîzî got ku “wan heta êvara Sêşemê qet çaverê nedikir ku cezayekî ewqas giran ji bo xuşka wî were dayîn.”

“Ji bilî cezayê darvekirinê, bavê min, xwişk û zavayê min jî bi îdîaya ku alîkariya Pexşanî kirine bi cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin û 2 hevalên wê jî ji bo her yekê salek û du sal cezayê girtîgehê hatîye birîn,” wî ji Dengê Amerîka re got.

Mazyar Tatayî, yek ji parêzerên Pexşanê, ji Dengê Amerîka re got, “Ev biryareke destpêkî ye û 20 roj dema me heye ku em bersivdaneke nerazîbûnê amade bikin û pêşkêşî Dadgeha Bilind bikin.”

“Em geşbînin û hêvîdar in ku cezayê darvekirina wê were betalkirin,” Tatayî got.

Tatayî û Amir Raîsyan, du parêzerên Ezîzî, roja Çarşemê ji rojnameya Şerq re gotin ku cezayê îdamê bi tawana xiyanetê hatiye dayîn, anku endamê grûpeke çekdar ku çalakiyên çekdarî li dijî hikûmetê pêk aniye.

Parêzer û malbata Ezîzî ceza bi ne dadwerî binav dikin û dibêjin ku Pexşan ne tenê endama rêxistinek çekdar nebû, lê belê ew çalakvaneke sivîl bû û 7 salan li Îraq û Sûrîyê bû û piştî êrîşa DAIŞ’ê çû kampên penaberan li Rojava û xizmeta kesên sivîl dikir.

Di beşeke axaftinên xwe de, herdu parêzeran got “Di deqê cezayê dijî Pexşanê de yek peyv ku behsa beşdarîya wê di operasyon yan jî şerekî çekdarî de kiribe tune ye.”

Hengaw îro Çarşemê nûçeya cezayê darvikirinê bo Pexşan Ezîzî got “Pexşan Ezîzî 16’ê Mijdara 2009’an, di kombûna nerazîbûnê ya xwendekarên Kurd yên zanîngeha Tehranê de, li dijî darvekirina girtiyên siyasî li Kurdistanê hatibû girtin û di dawiyê de, roja 19’ê Adara heman salê, piştî 4 mehan ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî hatibû azadkirin.

“Pexşan Ezîzî piştre ji ber zext û gefên berdewam yên saziyên ewlehî yên Îranê ji welatê Îranê çûbû derê û ji bilî lêkolîna li ser rewşa jinan li Kurdistana Îraqê û Kurdistana Sûrîyê, ji bo başdarîkirina di warê sivîl de, hin hewildan û çalakiyên civakî encam dabûn,” Hengaw diyar kir.

/Jêder: Voa-Kurdi/

İlginizi Çekebilir

Biden’dan adaylıktan çekilme kararı sonrası ilk açıklama
ABD Kongresi’nde Netanyahu karşıtı protestocular gözaltına alındı

Öne Çıkanlar