Îranê di nava 20 rojên dawî de 85 kes hatin darvekirin

Kurdi

🔴 Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê (IHRNGO) ragihand ku li Îranê di nava 20 rojên dawî de herî kêm 85 kes hatine sêdare kirin…

IHRNGO got ku jiber ku hêjmara darvekirinê her zêdetir dibe, girtîyên siyasî ev 30 hefte ne ku grevên birçîbûnê yên girseyî yên heftane li dijî cezayê darvekirinê didomînin.

IHRNGO dîyar kir ku li seranserî Îranê jî xwepêşandanên sivîl yên dijî cezayê darvekirinê didomin.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê bi piştevanîya xwe ji “Sêşemên Na ji Cezayê Darvekirinê re” dîyar kir û daxwaza piştgirîya girseyî ji bizava sekinandina kuştinkarîyên ji hêla Îranê re kir.

Dîrektorê IHRNGO Mahmud Amîrî-Mogheddam got ku helmeta domdar û tevgereke girseyî ya gel li dijî cezayê darvekirinê, tekarêya sekinandina darvekirinên Komara Îslamî û rakirina vê cezayê nemirovane ye.

Wî got ku niha jî girtîyên ku dîdevanên sêdarekirina hevalên xwe yên girtî ne, li zindanê pêşengîya vê tevgerê dikin.

“Komara Îslamî ya Îranê li cîhanê dewleta yekê ye ku cezayê îdamê bi kar tîne. Em bang li bîragiştî û rêxistinên tunekirina cezayê îdamê dikin ku bi çalakîyên “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” piştgirî bidin aktîvîstên wêrek,” Mogheddam herwiha got.

/ Jêder: voa-kurdi /

İlginizi Çekebilir

ABD Dışişleri Bakanı Blinken’dan ateşkes açıklaması
Dilruba’ya hem tahliye hem tutuklu yargılama

Öne Çıkanlar