Îro Roja Serxwebûna Amerîka ye

Kurdi
🔴 Amerîka îro “Roja Serxwebûnê” pîroz dike. 4’ê Tîrmehê salvegera 247’an ya Ragihandina Serxebûna Amerîkî ya ji bin desthilata Brîtanî ye.

Di 4’ê Tîrmeha sala 1776’ê de, nûnerên 13 eyaletên Amerîkî bi fermî Danezana Serxwebûnê (Decleration of Independence) ragihand û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka hat damezirandin, peywendîyên bi Brîtanya re hatin birîn.

Danezana Serxwebûnê ji alîyê Thomas Jefferson ve, bi şêwirdarîya bi endamên komîteyê re li bajarê Philadelphia ya Pennsylvania hat amade kirin.

Ew 13 istan New Hampshire, Massachusetts, Rhode Island, Connecticut, New York, New Jersey, Pennsylvania, Delaware, Maryland, Virginia, North Carolina, South Carolina û Georgia bûn.

Şerê serxwebûna Amerîkî di sala 1775’an de anku salekê berî ragihandina Danezana Serxwebûnê destpê kiribû û heta sala 1783’an dom kiribû.

Rêvebirîya Brîtanî di 1783’an de bi Peymana Parîsê serwerîya Amerîka bi fermî nas kiribû.

4’ê Tîrmehê li tevahîya Amerîkayê betlaneya federal e. Hemwelatîyên Amerîkî di vê rojê de bi rêdeçûn, seyran, konsert û bi awayên curbicur vê rojê pîroz dikin û bi alên Amerîkî xanîyên xwe û kolanan welêt dixemlînin.

Di pîrozbahîya îro de herwiha fîşekên esmanî têne avêtin û stranvanên navdar jî konsertan pêşkêş dikin.

/Jêder: voa-kurdi/

İlginizi Çekebilir

Putin ve Şi’den Batı’ya karşı ittifak çağrısı
Merdan Dirlik: Türkiye’nin Suriye Politikası ve İç Siyaset Dinamikleri

Öne Çıkanlar