John Kirby bangî Îranê kir: Êriş mekin û rewşê tevlihev mekin

Kurdi

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî yê Koşka Spî John Kirby got, “Em ji Îranê re dibêjin êriş mekin û rewşê tevlihev mekin.”

John Kirby ji Medyaya Îsraîlê re ragihand, “Îran amade ye êrişî Îsraîlê bike” û da zanîn ku dê Amerîka Îsraîlê biparêze.

“Pêwîst nake tu rewşê tevlihev bikî”

Şêwirmendê Koşka Spî destnîşan kir ku helwesta wan neguheriye û got:

“Peyama me neguhere. Her ev bû û dê her ev be.

Em ji Îranê re dibêjin ‘Êriş meke, pêwîst nake tu rewşê tevlihev bikî.’”

Berdevkê Wezareta Parastînê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick S. Ryder jî roja duşemê di konferanseke rojnamegeriyê de behsa egera êrişên Îranê kir û diyar kir ku egera êrişê berdewam dike.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye 31ê Tîrmehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Îran dibêje ku Îsraîlê ew kuştiye û ew dê bersivê bidin vê êrişê.

Îsraîlê 30ê Tîrmehê jî Fuad Şukirê ku yek ji fermandarên Hizbulahê ye li Beyrûta paytexta Libnanê kuşt.

Hizbulahê jî 25ê Tebaxê berê sibehê bi 320 mûşekî êrişî Îsraîlê kir û Îsraîlê ragihand ku wan mûşek li hewayê teqandine.

/rd/

İlginizi Çekebilir

Macron yeni hükümet için görüşmeleri yeniden başlattı
31 kadın tutsağa disiplin cezası verildi: Amaç tahliyeleri engellemek

Öne Çıkanlar