Rojnamevan Kakşar Oremar diyar kir ku dorpêçeke aborî li dijî Îranê heye ku piştî 6 mehan encamên wê li ser jiyana xelkê diyar bike û wiha got: “Ger rewş wiha berdewam bike wê dîsa Israîl êrişî Îranê bike, lê vê carê wê Îran buhayekî pir giran bide.
Di derbarê geşedanên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di qewimin, Rojnamevan û Nivîskar Kakşar Oremar bersiva pirsên Rojnamevan Viyan Egid (ronahi.net) da.
Hevpeyvîna gel Kakşar Oremar wiha yê:
1-Tê gotin ku di pişt şerê li Sudanê de polîtîka û berjewendiyên Îmarat heye. gelo welatên ereban di Rojhilata Navîn û Efrîqiyayê de li gorî çi stratejiyê tevdigerin?
Hemû stratejî û siyaseta wan di şerê navxweyî yê hinek welatên herêmê de tenê ji bo berjewendiyên wan yên aborî ye. Hinek aliyên ku mafya ne agirê şer xweştir dikin. Nemeşrûyetbûna wan a desthilatê bi kirîzên insanî re domdirêjtir dibe. Hikûmeta AKP-MHP`ê bi merema ku ji Yekîtiya Ewropa re bide diyarkirin ku rêbazên demokratîk û hevkariyên mirovî yên wan tîne cih, di vê mijarê de li Sûdanê ye. Ji hêla din jî ji bo komkirina dengan û bilindkirina hejmara alîgirên xwe li ser rewşa Sûdanê diaxivin, lê hê jî nekarîne û naxwazin pirsa Kurd a girêdayî nasname û hemû mafên zêdetrî 30 milyon Kurdên li Bakurê Kurdistanê çareser bike. Di dirêjahiya yek sal pêvajoya aştiyê de jî tevî hemû pêngavên demokratîk yên PKK`ê Erdogan heta yek pêngav jî hilnegrtiye. Ji ber wê jî pêwîste bi propagandeyên vala gelê Kurd û raya giştî a cihanê neyê xapandin.
2-Piştî şerê Îran û Israîl bêdengiyek heye, lê ji daxuyanîyên wan her du dewletan jî xuya dike ku bi awayên cur bi cur şerê navberê wan berdewam e. Hûn van geşêdanan çawa dinerxînin?
Di warê teknîka saybêrî, siyaset û şerê êstixbaratî de şerekî giran di navbera du dewletan de heye, lê rêberên Îranê tenê di axftinê de û ji mesrefa hundirîn berdewam diaxivin û herî dawiyê jî Ayetulah Xaminêyî li dijî Amerîka û Israîlê axivî. Ger hevdîtinên di navbera Israyîl û Hemasê de sernekevin, Israîlê yê Îranê sûçdar bibîne. Herwiha pirsgirêka herî dijwar û mezin a Îranê di warê hilbirîna Uranyum, fozeyên dûrhavêj û çekên Noklerî bi Amerîka û Yekîtiya Ewropa re heye. Dorpêçeke giran a aborî li dijî Îranê heye ku piştî 6 mehên din yê zêdetir ji rewşa niha encamên xwe li ser jiyana xelkê diyar bike. Yanî peqîneke civakî-siyasî li pey şoreşa jin-jiyan-azadî ku niha li Rojhilatê Kurdistanê de heye yê berê xwe bide hemû Îranê. Amerîka bi hemû îmkanên xwe tevî dewleta Israîlê ye û em di vê baweriyê de ne ku ger rewş wiha berdewam bibe yê dîsa Israîl êrişî Îranê bike, lê vê carê wê Îran buhayekî pir giran bide û heta bi îhtimaleke zêde yê komara îslamiya Îranê ji holê rabe. Niha jî esmanê Îranê di destê Israîlê de ye û ew ê nehêlin ku alîgirên siyaseta îranê li herêmê bihêz bibin. Bi giştî dewleta meleyên Îranê di rewşa xwe ya herî xerab (hundir û derve) de ye.
3-Îran ji bo muxalefetê hundirîn zexta xwe zêde dike? Di van demên dawî de polîtîkayê darvekirin berdewam e. Gelo desthilatê Îranê û polîtîkayên zextê di çi astî de ne?
Li pey şeoreşa Jin-Jiyan-Azadî û şerê 12 rojan di navbera îran û Israîlê de ew siyaseta zextkirinê roj ji rojê zêdetir bûye. Tenê di deh mehên borî de nêzî hezar kesan hatine darvekirin ku piraniya wan Kurd in. Ev darvekirin ku têne zanîn û eşekere ne lê gelek jî bi veşartî hatine darvekirin û kes nizane li kûderê têne veşartin. Hezaran çalakvanên di şoreşa Jin-Jiyan-Azadî de hatine zindanîkirin û di dadgehên 2-3 deqeyî da bi darvekirin hatine mehkûmkirin. Li pey şerê 12 rojan zêdetirî 21 hezar kes hatine girtin ku nîva wan Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ne. Ji Urmiye, Maku, Mehabad heya Xorasan, Kirmaşan û Loristanê zexteke zêdetir ji wilayetên din yên Îranê li ser takê Kurd hene. Hunermend û rewşenbîr bi berdewamî têne tehdîdkirin û hişiyariyê didin wan ku neaxivin, bi ragehandina derve re peywendiyên wan nebin. Lê gere bê zanîn, li êdî dîwarê tirsa civakê şikestiye û Kurd jî weke gelekî şoreşger mîna rêberên şoreşa hemû civaka Îranê têne dîtin. Yanî asta rewşenbîrya siyasî-civakî li Kurdistanê gelek bihêz û tije hêzeke dînamîke.
4-Di raya giştî de li ser rêveberîya Îranê nirxandinên wekê “xwe nerm dike” heye, gelo ev çiqas rast e? Zextên li ser jinan û civakê de guhartin heye yan na?
Ne ev nêrîn dûre ji rastiyê û di bersiva pirsa berê de min amaje bi hinek xalên girîng kiriye. Di van rojan de dehan kesayetî û rewşenbîrên Kurd û Îranî hatine girtin û gef jî ji hêla îdareya Êtlaatê ve li gelek kesan hatine kirin. Dadgehên Îranê yên tije bê edaletî, bi taybetî li Kurdistanê zêdetir ji salên berê zext, kuştin, teror û makîna xwe îdamê xistine gerê. Xala herî girîng ew e ku bi şoreşa Jin-jiyan-Azadî re netirsî an jî cesareta jinên Îranî gelekî zêdetir bûye. Kes yasayên sergirtin û hicabê li ber çav nagire. Meşrûyeta rejîma totalîtera Îranê ketiye bin sifrê û sedema myîna wan li ser desthilatê, bi dehan rêxistinên çewsandina xelkê yên eşkere û veşartî ne. Di heman demê de zêdetrî ji sedî 10 bûdceya ji bo welatê wan hêz û sazmanên nihînî hatiye terxankirin.
Êdî rêberên dewletê jî neçar mane ku bêjim: ‘Em nikarin bi darê zorê çarşevê bikene serê jin û keçan de. Êdî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pêkiriye. Kurd hereketa xwe ji a Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê cuda nabînin. Çavê Rojhilat zêdetir ji Tehranê li Amed, Qamişlo û Hewlêrê ye.








