Kallas: Divê Ewrupa dijî gefên Rûsya berevanîya xwe xurt bike

Kurdi

Kallas di konferansa salane ya Ajansa Berevanî ya Ewrupa (EDA) de dîyar kir ku tekane rêka dijî gefên Rûsya zêdekirina diravên jibo berevanîyê ye û got ku yekîtî ji mêj ve ji Moskowê alternatîfan pêşkeş dike.

‘’Rûsya jibo îro jî jibo sibê jî, heta ku em jibo berevanîya xwe budçeyê veneqetînin wê bi hebûna xwe dijî ewlekarîya me gef be.’’

Wê got ku hin kes dibêjin ew ser mijara Rûsya ‘’baz’’ e, lê dîyar kir ku ew bi awayekî rasteqîn li rewşê dinêre.

Kallas ku bi rexneyên xwe yê dijî Serokê Rûsya Vladimir Putin tê nas kirin, bi gotinên xwe yên ser berevanîya Ewrupa maf da Serokê Amerîka Donald Trump.

Trump serê vê mehê gotibû ku divê endamên NATO ji budçeya welêt 5 ji sedê jibo berevanîyê rake ku ew rêje niha 2 ji sedê ye.

Amerîka jî di nav de hîn ti endamek NATO negihiştiye asta 5 ji sedê.

Kallas dîyar kir ku jibo ew rê li ber bigirin divê ew pirtir tevbigerin û got ku divê ew jibo şer jî hazirîya xwe bikin.

Rûsya, Sibata 2022’an dest bi dagirkirina Ukrayna kir. Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî dijî dagirkerîya Moskowê piştgirî dan Kîevê.

Trump dîyar dike ku ewê di demeke kin de dawî li şerê Rûsya û Ukrayna bîne, lê wî hîn ti hûrgilî nedaye.

/Jêder: Reuters-voa kurdi/

İlginizi Çekebilir

ABD’li medya devleri CNN ve NBC, yüzlerce çalışanı işten çıkarıyor
Erdoğan ‘Giderlerse gitsinler’ demişti: Bir yılda 2 bin 692 hekim göç etti

Öne Çıkanlar