Rêveberiya Dibistanên Kobanê derbarê êrişên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de daxuyaniyek weşand û di tê de da diyarkirin, di êrişan de 11 xwendekar, mamosteyek tevî malbata xwe jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber êrîşên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê yên li ser Kobanê û gundewarên wê, hin xwendekar û mamosteyên dibistanan jî bûne armanc û jiyana xwe ji dest dane. Rêveberiya Dibistanên Kobanê di vê derbarê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya Rêveberiya Dibistanên Kobanê de hate diyar kirin, di encama êrîşên Tirkiyê li ser Kobanê de, di nav mehekê de, 11 xwendekar û mamosteyek tevî malbata xwe di êrîşan de hatine armanc girtin û jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha, gelek dibistan hatine wêrankirin û bi sedan xwendekar ji xwendinê bêpar bûne.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin, mala mamoste Ebdellah Şêx Elî li gundê Til Ibirê li rojavayê Kobanê hatiye topbarankirin û ew û tevî malbata wî jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha dibistana gundê Til Ibirê, ji ber êrîşan wêran bûye û zarok ji xwendinê qut bûne.
Her wiha gelek dibistanên din li Sirîn û Eyn Îsayê jî hatine topbarankirin û bi sedan xwendekar bê dibistan mane.
Rêveberiya Dibistanên Kobanê di daxuyaniya xwe de ev êrîş şermezar kirin û bang li rêxistinên mafê zarok û mirovan kir, ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê kar bikin.
/Channel 8-Kurdi /