Li Tiflîsa paytexta Gurcistanê “Konferansa Kurdên Qefqasyayê-Perspektîvên Neteweyî” hat li darxistin.
Roja duyemîn ya Konferansa Kurdên Qefqasyayê jî bi gotêbêjên germ ên mîna roja berê berdewam kir.
Di rûniştina pêşî de panelîst li ser mijarên mîna siyaseta Kurdî li Rûysa û di komarên nû de, neteweperwerî, xweşbîniya dînî û pêkvejiyanê, metirsiyên li ser civaka Êzidî û rewşa jinan li Qafqasyaya Başûr lêkolînên xwe pêşkêş kirin.
Pêşî milet û welat, paşê partî û malbat
Hundermenda Kurd Aslîka Qadirê got, “Rihê Kurdayetiyê li cem Kurdan hîn dijî.
Vê konferansê îspat kir ku rihê Kurdayetiyê û netewetiyê li cem Kurdan gelek heye.
Problema dînî li vê derê nayê xuyakirin. Ez bi xwe jî Kurda Êzidî me, ji bo min jî dîn hewqasî ne giring e. Pêşiyê milet, pêşiyê welat, paşê dîn, partî, malbat.
Ev pirs gelekî hesas e meriv dikare li ser vê yekî gelek tişt xeber bide.
Tenê ez vê yekê dixwazim, yekîtiya me hebe. Ez nizanim Kurdên me ji gotina yekîtiyê fem dikin an na?”
Panelîstên ji Kurdistan, Xorasan û Ewropayê bi giranî mijarên wekî pêwendiyên sazi û medyaya Kurdî bi Kurdên Qefqasyayê re, parastina nasnameya etnîkî û arîşeyên li pêşiya netewebûna Kurdî ji gengeşîyê re vekirin.
“Divê xwendekarên ji Kurdên Qefqasyayê li zanîngehên Kurdistanê xwendinên bilind bixwînin”
Berpirsê Kovara Dû û Zimanê Dr. Fereydûn Samanê ku ji Başûrê Kurdistanê beşdarî konferansê bû wiha anî ziman:
“Me ji bîr kiribû herêmeke din hebû ku ji bilî çar parçeyên Kurdistanê ew jî Kurdistana Qedqasyayê ye.
Ev nêrina min gelek gelek giring e ji bo hemû parçeyên Kurdistanê miletek heye xwedî ziman e xwedî çand e û xwedî nasname ye.
Vêca eger em bihêlin bê jibîrkirin bi rastî êdî hêdî hêdî asîmîle dibin.
Bi taybetî eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya wan bike yan jî her salekê xwendekarên ji Kurdên Qefqasyayê li zanîngehên Kurdistanê xwendinên bilind bixwînin, wexta vegerin welatê xwe, bajarên xwe dikarin ziman û çanda Kurdî bi pêş bixin.”
“Mixabin Bakur di rewşeke pir xerab de ye”
Helbestvan Şêxmûs Seferê ku ji Bakurê Kurdistanê beşdarê Konferansê bû wiha anî ziman:
“Mixabin Bakur jî di rewşeke pir xerab de ye bi taybet hinek bajarên wekî Amed û yên nêzî wê di meseleyên ziman de belkî ji vê derê xerabtir be hatiye wê radeyê li gel ku em wekî paytexta Kurdistanê dizanin.
Lê di vir de mesele tê maneyê ku tu li kîjan erdnîgariyê yî, mesele ti çiqasî dikarî xwe biparêzî ye.
Îro em dibînin li Azerbeycanê bi sedhezaran Kurd hene lê nasnameya wan a Kurdî heliyaye çûye.
Kes bi Kurdî napeyîve, sazî û dezgehên Kurdan ên li Qefqasyayê ez hêvî dikim bi rola xwe rabibin.”
15 û 16ê Tebaxa 2024an, li Tiflîsa paytexta Gurcistanê bi pêşengiya komele û zanyarên Kurd Konferansa Navneteweyî ya “Kurdên Qefkasyayê: Perspektîfên Neteweyî” hat lidarxistin.
Konferansê bal kişand ser gelek mijarên girîng û di dawiya de daxuyaniya hevpar ragihand.
Konferans bi xwendina sirûda neteweyî ya Kurd “Ey Reqîb” bi dawî bû.
/rûdaw/