Çavkaniyekî ji KANAL8’ê re ragihand, Kongreya Netewî ya Kurdî dê 18’ê vê mehê li Qamişloyê bê lidarxistin.
Derebarê Kongreya Netewî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, çavkaniyekî ji KANAL8’ê re diyar kir, kongre dê 18’ê vê mehê li bajarê Qamişlo’yê were lidarxistin.
Heman çavkaniyê da diyarkirin dê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî jî tevlî kongreyê bibe.
Di heman demê de nûnerê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî jî dê tevlî kongreyê bibe.
Li gorî biryarê dê 300 kes ji partî û nûnerên rêxistinan tevlî kongreyê bibin.
Hat zanîn ku kongreyê heya rojekê berdewam bibe.
/channel 8)