Ajansa nûçeyan ya Hawar îro Înê ragihand ku li bajarê Amûdê jimareke xwepêşander destûra nû ya Sûrîyê şermezar kir ku do ji alîyê serokê demkî yê rêvebirîya veguhez Ehmed Şera ve hatibû eşkere kirin.
Xwepêşanderan got ku di destûrê de nûnertîya hemî pêkhatên nîjadî û bawerîyê tuneye.
Girseya xwenîşanderan ji navenda bajêr ber bi Qada Jina Azad meşîyan û pankartên wek “Destûra Sûrîyeyê nûnertîya gelê Kurd nake”, “Sûrîye welatê ziman, netew, mezheb û olên curbicir e”, “Gelê Kurd xwedî mafên netewî, sîyasî û çandî ye”, “Em Kurd in û emê Kurd bimînin” û “Federalî çareserîya herî guncaw e” hatin rakirin.
Li Qada Jinan Azad jî komkujîyên li dijî Elewîyan jî hatin şermezar kirin û hate gotin ku heta pejirandina destûreke demokatîk çalakî wê bidomin.
Demeke zûtir ya îro Meclîsa Sûrîyeya Demokratîk (MSD) bi daxuyanîyeke nivîskî danezana destûrî ya desthilata demkî ya Şamê şermezar kiribû.
“Ev reşnivîs, bi awayekî nû despotîzmê jinûve hildiberîne, rêvebirîya navendî çêdike, hêzên bê dawî dide desthilatê, lê xebata sîyasî asteng dike û avakirina partîyan dicemidîne, rêgeha ber bi demokrasîyê ve betal dike. Di heman demê de reşnivîs mekanîzmayên dîyar yên edaleta pêvajoya veguhestinê paşguh dike û alozîya netewî kûrtir dike.”
MSD bi berdewamî got ku ew hewilên jinûve anîna dîktatorîyê ya bin perdeya ’pêvajoya veguhastinê bi tundî red dike.
/ Jêder: ANHA- VOA Kurdi /