Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî

Kurdi

Di panela Cejna Zimanê Kurdî de banga xwedîderketina li kurdî hat kirin. 

 Çalakiyên bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî didomin. Di vê çaçroveyê de îro bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) li Komeleya Hunerê ya Dicleyê bi moderatoriya Fatma Budak Guler û beşdariya nivîskar Roza Metîna û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HDP) Cahit Kirkazak panelek hat lidarxistin. Di panelê de pankartên “Her Dem Kurdkî Her Ca De Kurdkî, Her Dem Kurdî Her Der Kurdî”, “15’ê Gulanê roşanê ziwanê Kurdkî pîroz bo, 15’ê Gulanê cejna zimanê Kurdî pîroz be” hatin daliqandin. Hevserokên DPB’ê yên Amedê, Dayikên Aştiyê, cizmên girtiyan û Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî panelê bûn. 

 Di panelê de axêver Roza Metînayê got: “Zimanê kurdî, di dîrokê de xwedî cihekî girîng e. Zimanê me zimanekî aştiyane ye. Nivîskar û feylezofên navdar jî balê dikişinin ser vê yekê. Gava em li ferhenga etîmolojiyê j meze dikin em dibinin xwe disipêre dîrokeke çar hezar salî.” 

 Metînayê bal kişand ser astengiyên li ber nameyên bi kurdî yên girtiyan û got ku ev parçeyeke polîtîkayên asîmlasyonê ye. Her wiha Metînayê bal kişand ser êrişên li ser çapemeniya azad jî û wiha got: “Berhemên gelek nivîskarên krud ên girtî hatin qedexekirin. Lê tevî hemû zor û zehmetiyan jî bi berhemên xwe dibin bersiv ji êrişan re.” 

 Cahit Kirkazak jî bal kişand ser têkiliya di navbera desthilatê û zimên de û got: “Gava desthilat bixwaze asîmlasyonê pêk bîne ewilî berê xwe dide zimên. Çimkî gava ziman tüne bibe, civak jî tüne dibe. Desthilatên li Tirkiyeyê jî vê yekê kirin. Bi Qanûna Tevhîd-î Tedrîsatê medrese rakirin. Li medreseyan zimanê perwerdehiyê kurdî bû. Armanca sereke ya vê qanûnê jî ew bû ku kurd bê ziman bimînin.” 

 Kirkazan detsnîşan kir ku kurdî zimanekî dewlemend e û got: “Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin. Zimanên nû îlhamê ji kurdî digirin. Kurdî, zimanekî dîrokî ye.”

 Piştî panelê MED-DER’ê sertîfîka dan şagirtên xwe. 

 

CIZÎR

 Li navçeya Cizîr a Şirnexê şaredariya Cizîrê di çarçoveya 10’emîn mîhracana ziman,çand û hûnerê ya Cizîrê li eywana şaredariyê ya Cizîrê bi minesebeta 15’ê gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî panela bi navê “ pişaftin xwe pişaftin û xetereya li pêşiya zimanê kurdî”  li dar xist. Weke panelîst nivîskar û helbestvan Feysel Ozdemîr û nivîskar Herdem Merwanî beşdar bûn. 

 ‘DI PÊŞVE BIRINA ZIMAN DE ROLA JINAN PIR E’ 

 Piştre nivîskar Herdem Merwanî li ser jin û ziman axivî. Merwanî, bi lêv kir ku ji dîrokê heta niha jin zimanê dayikê parastiye û wiha got:” Dema ku ziman tê gotin pêşiyê dayika me tê hişê me. Çimki ziman zimanê dayikê ye. Ziman bi dayikê tê naskirin. Rola jina kurd her tim sekneke xurt daye nîşandin. Bi taybetî jî beriya îslamiyetê kurd zerdeştû qebûl dikin, piştî hatina îslamiyetê navbera îslamiyet û zerdeştû de ehlêhaq tê avakirin.  Ji bo ehlêhaq jî ji bo ku hem zimanê xwe biparêzin, hrm jî çand û dîrokê diparêzin. Dema ku digotin ehlehak zêdetir zilam tê bîra me, jin nayên bîra me. Lêbelê gelek jinan rol lîstîn. Weke Celala xanima Loristanê, Reyhan xanim, Lîza xanim û Fatma Lorê. Wê demê Fatma Lorê bi xwe hezkiriya Babê Tahirê Uryan e û di nava Ehlêhak de cih digirin. Lê ev jin nayê zanîn. Ji ber ku wê demê nivîs nebûye nehatine nivîsandine. Ji ber wê di zimanê zikmakî de rola jinan zêde ye.”

 ‘BI SÊ FELAKETAN HATIYE XWESTIB ZIMAN BIDIN JIBÎRKIRIN’ 

 Nivîskar Feysel Ozdemîr, diyar kir ku di dîroka cîhanê de sê karesetan bandor li ser zimanê dayikê kiriye û wiha axivî:”

 Di dîroka cîhanê de sê karesetên mezin çêbûne. Yek ji van Îskenderê Makedonyayî bû, bi kuştinan mirov xelas nabe. Lê bi tunekirina ziman gel dikarin bi hêsanî xelas bibin. Dema ku Îskenderê Makedonyayî  tê her pirtûkekî ku dibîne dişewîtine û dixwaze pêşiya zimanan wiha bigire û tune bike. Yek felaket ev bû. Ya duduyan jî hatina ol bû. Çima hatina  îslamê bû? Dema ku îslam hat ne tenê ji bo ku dîn bide nasîn hat. Tiştê ji ji derveyî îslamê her tişt şewitandin û qebûl nekir. Yek jî felaket jî ev bû. Felakeyê sêyan jî mogol bûn. Belavkirina kurdan jî Îskender hat lê pişavtin li ser ziman ji bi hatina îslamê hat. Lêbelê rastiyek heye bi xêra medreseyan zimanê kurdî bi ser piyan maye. Çimkî gelek alimên kurd bi zimanê dayikê nivîsandine û çapkirin û ev berhemên wan heta roja me ya îro jî hatine.” 

 ‘BI TEKNOLOJÎYÊ ZIMANÊ DAYIKÊ HATE PIŞAVTIN’ 

 Ozdemîr, di berdewama qxaftina xwe de bal kişand li ser bandora teknolojiyê ya li ser ziman û got:” Ji ber ku bingeha zimanê kurdî heye pergalê kir û nekir nikare zimanê me bide jibîrkirin. Di berê de Kurdî qedexekirin ê ku kurdî diaxivîn ji wan re ceza birîn. Lêbelê dîsa jî nekarîn bidin jibîrkirin. Lêbelê di roja me ya îro de xetereya herî mezin a li ser kurdî teknolojî bû. Heta sala 1965’an de jî tev de 20 pittûkên kurdî nebûn. Kesekî nekarî kurdî biaxivin, kurdî bijîîn. Piştî televîzyon derketin pêşiyê jin pişavtin kirin. Em tirsiyan ku êdî bibêjin zimanê dayikê. Teknolojiyê bi taybetî bandoreke gelek mezin li ser jinan kir. Lê dîsa gelê kurd lehenge ku zimanê xwe parastiye û bi ser piyan maye. Kurdî sed caran ji erebî û tirkî nedenîtire, şaristaniye.” 

 Piştre hevşaredarê Cizîrê Abdurrahîm Durmuş axixî. Durmuş jî destnîşanî girîngiya zimanê kurdî kir û got:”Heke ku dayik rol û misyona xwe bilîzin politikayên pişaftinê nikarin zimanê me bidin jibîrkirin, ji ber wê divê ku em li der û her dem xwedî li zimanê xwe derbikevin. “

 Piştî axaftinan bername bi pirs û bersivan bi dawî bû. 

/Ajansa Mezopotamya/

İlginizi Çekebilir

Selahattin Demirtaş’tan yeni roman geliyor
ABD’li Senatör Menendez’in yargılanmasına başlandı

Öne Çıkanlar