AMED – Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk meşeke girseyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî û mîsogeriya destûrî derket pêş.
Girseya ku li ber avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê kom bû, bi pankarta “Ji bo kurdî statu, perwerdehiya bi kurdî” ber bi Parka Koşuyoluyê ve meşiya. Beşdarên meşê bi dowîzên ku daxwazên perwerdehiya bi zimanê dayikê dihewandin û bi dirûşmên wekî “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” bal kişandin ser girîngiya zimanê kurdî.
Li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê, nivîskar Rifat Ronî axaftinek kir. Ronî diyar kir ku ji avabûna Komarê û vir ve gelê Kurd ji bo statuya zimanê xwe têdikoşe û wiha got:
“Kurdî sebebê hebûna gelê Kurd e. Ev daxwaz heta ku neyê qebûlkirin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Li ser navê girseyê, mamosteyê zimanê kurdî Nuh Bozkurt metna daxuyaniyê xwend. Bozkurt bal kişand ser polîtîkayên înkarê yên sed salî û daxwazên bingehîn rêz kirin:
• Pêwîst e dewlet nêzîkatiyeke li gorî ruhê pêvajoyê nîşan bide.
• Zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û di bin mîsogeriya destûrî de bibe xwedî statu.
• Hemû astengiyên li pêşiya kurdî bi lezgînî werin rakirin û li gorî hiqûqa navneteweyî gav werin avêtin.
• Gelê Kurd divê di her qada jiyanê de bi kurdî biaxive û bi kurdî bijî.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çiğdem Kılıçgün Uçar jî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser xetereya li ser zaravayê Kirmanckî (Zazakî). Uçar destnîşan kir ku li gorî lêkolînan ev zarava bi xetereya windabûnê re rû bi rû ye û bang kir ku li dijî êrîşên li ser ziman divê bi hev re têkoşîn were kirin.
Uçar, girîngiya nêzîkatiya Birêz Ocalan a li ser ziman bi bîr xist û got:
“Dewlet divê di serî de ji bo kurdî statü û perwerdehiyê gavan biavêje. Zimanê me onura me ye, zimanê me hebûna me ye.”
Çalakî piştî axaftinan bi gerandina govendê û dirûşman bi dawî bû.
/Çavkanî: MA/









