Li Amedê Servîsa Karkeran Qeza Kir: 10 Birîndar

Kurdi

🔴Li Amedê servîsa ku karkerên tekstîlê vediguhest, ji kontrola şofêr derket û li dîwarê baxçê xaniyekî xist. Di encama qezayê de 10 karker birîndar bûn.

Bûyer êvarê li ser Rêya Çarmedor a Amed-Êlihê, li nêzî Bûlwara Xalid Bîn Velîd pêk hat. Li gorî agahiyan, servîsa karkeran a bi plakaya 21 AAS 700 ku karkerên tekstîlê tê de bûn, ji ber sedemek nenas ji kontrola şofêr derket. Wesayît piştî ku ji rê derket, bi tundî li dîwarê baxçê xaniyekî li qeraxa rê xist.

Piştî agahdarkirinê, gelek tîmên tenduristiyê û cendirme ber bi cihê bûyerê ve hatin rêkirin. Di qezayê de 10 kes birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê midaxeleya ewil li birîndaran kirin û paşê ew bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Hêzên ewlehiyê li cihê qezayê tedbîrên ewlehiyê girtin û ji bo zelalkirina sedema qezayê lêpirsîneke berfireh dan destpêkirin.

/Çavkanî: DHA/

İlginizi Çekebilir

Polyak madencilerinin direnişi kazanımla bitti
Erdoğan ve Aliyev telefonda görüştü: Nahçıvan’daki saldırı ele alındı

Öne Çıkanlar