🔴AMED – Li navçeya Axpar (Çınar) a Amedê, di encama lihevketina du wesayîtan de qezayeke pêk hat. Di qezayê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Bûyer êvara îro li nêzî gundê Çinar (Çınarköy) a ser bi navçeya Axparê ve qewimî. Li gorî agahiyên destpêkê, otomobîlek û wesayîtek ticarî ya sivik bi plaqeya 01 ZT 021, ku nasnameya şofêrên wan hîn nehatine eşkere kirin, bi ser hev de hatin û bi dijwarî li hev ketin.
Ji ber lêkdana dijwar, her du wesayît jî bûn qelaşên hesin û her der bû gola xwînê. Di encama qezayê de her du şofêr jî di nav de, bi giştî 5 kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. 2 kesên din ên ku di wesayîtan de bûn, bi giranî birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme bi lez gihîştin cihê bûyerê. Birîndar piştî mudaxeleya yekem, bi ambûlansan hatin veguhastin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî ya Amedê û hatin dermankirin.
Cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî ji bo otopsiyê birin morga Saziya Bijîşkiya Dadî (ATK). Hêzên ewlehiyê têkildarî qezayê lêpirsîneke berfireh dane destpêkirin.











