Li BAtmanê Dıbıstana Şanoyê Vedibe

Şermola Performans li Batmanê ji bo vekirina dibistaneke şanoyê ya bi navê ‘Dîwan – Akademîya Şanoyê ya Navneteweyî’ dest bi hazirî û bazirîyan kirin. Komê bi piştgiriya kirê ya CultureCIVICê li Batmanê mekaneke bi qasî 420 m2 kirê kir û bi derfetên xwe dest bi tehdîlatê kirin. Ji bo temamkirina karê înşaatê ya mekanê û ji bo ku mekan di 15. salvegera Şermola Performansê de ango di 17ê Cotmeha 2023an de dest bi xebatê bike, lewre kom kampanyeyeke bexşê li dar dixe.

Lînka kampanyayê: https://gofund.me/dbaa85c1

  Akademîya Dîwanê, bi Kurdî di warê şano û lîstikvaniya hevdem de dê perwerdeyên pratîk û teorîk bide, di warê lîstikvaniyê de wê lêkolînan bike, bernameyên pevguhertinê yên navneteweyî wê pêşkêş bike, bi rêkûpêkî mamosteyên ji ekolên cîhanê û xwendekar û şanogerên Batmanî wê bîne ba hev, wê xwendekar û şanogeran bi rîya bernameyên pevguherînê bişîne enstîtuyên şanoyê yên li bajarên ku di çand û hunerê de navendên girîng ên cîhanê ne, û bi vî awayî dixwaze ji bo dînamîkên şanoya kurdî yên li Batman û bajarên derdora wê bibe rêveker. Akademîya Dîwanê, bi van armancên xwe dixwaze kêmasîyeke girîng ji holê rake. Ji ber ku li Tirkîyeyê sazîyeke serbixwe tuneye ku bi Zimanê Kurdî perwerdeyeke profestonel ya şanoyê bide. Akademîya Dîwanê, dixwaze ji bo zarok, ciwan, jin û karkerên ku li Batman û bajarên li derdora wê dijîn bibe navendeke perwerdehîya şanoyê.

Dîwan, dixwaze di navbera Şanoya Kurdî, şanoya cîhanê û festîval û sazîyên wê de peywendîyekê ava bike; digel hunermendên şanoyê, ji bo hunermendên ji dîsîplînên din, ji bo komên ji hêla temen û zayendê ve cuda û ji bo dorhêlên civakî jî dixwaze xebatan bike.

LI DÎWANÊ SALA YEKEM WÊ ÇI HEBE?

Perwerdeyên Teorîk û Pratîk: Rêbazên Lîstikvanîyê, Lîstikvanîya Li Hember Kamerayê, Derhênerî, Dramaya Afirîner, Nivîskarîya Dramatîk, Çîrokbêjî, Dansa Modern, Bale, Dansên Gelerî yên Kurdî, Perkusyona Rîtm û Bedenê, Xebata Stran û Kilaman, Dersên Yoga û Medîtasyonê, Dîroka Şanoya Cîhanê û Teorîyên Wê, Xebatên Mîtolojî û Rîtuelan, Felsefe, Dramaturcî û Rejî, Dîroka Şanoya Kurdî, Teorîyên Performansê, Edebîyata Kurdî ya Klasîk, Folklora Kurdî û Wêjeya Gelêrî, Dersên Zimanê Kurdî, Dersên Muzîk û Enstrumanan

ŞERMOLA PERFORMANS

Şermola Performans sala 2008an de ji hêla Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlioğlu ve li Stenbolê hat avakirin. 2016an de ji bêgavî sehneya xwe yî li Stenbolê girt û piştî ve veguherî sazûmaneke pir navendî. Digel Stenbolê, 2018an de ofîsa Almanyayê û 2021an de jî ofîsa Batmanê hatin avakirin. Lîstikên resen ên kurdî çêdike, perwerdehîyên şanoyê pêk tîne û di hêla lîstikvanîyê de lêkolînan dike. Heta îro bi dehan turne pêk anî, beşdarî festîvalan bû, bi lîstikên xwe hêjayî 19 xelatan hatîye dîtin.

Derheqê me de ji bo bêhtir agahî:

www.sermola.com / www.sermolaperformans.de / www.diwan-academy.com

İlginizi Çekebilir

İHD Ankara Şubesi’nde yeni yönetim görevi devraldı
İmamdan ‘cin çıkarma’ bahanesiyle onlarca kadın ve çocuğa cinsel istismar

Öne Çıkanlar