🔴AMED – Ekologên ku li gundê Arzoxliya Sûrê li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya ku tê xwestin li qada mêrgê bê çêkirin dimeşin, diyar kirin ku ev yek dê ji bo bermayiyên mozaîkên dîrokî bibe metirsî.
Li gundê Arzoxliya navçeya Sûra Amedê, li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya ZENKAR-1’ê ku tê xwestin li qada mêrgê bê çêkirin, meşek hat lidarxistin. Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Ekoloajiyê ya Amedê hat kirin, Parlementera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Baroya Amedê û nûnerên saziyên civakî yên sivîl û gelek welatî beşdar bûn. Berî meşê li ber mizgefta gund daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de Parlementera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya axivî û wiha got: “Li vir dîsa ji bo ku muteahît û şîrket qezenc bikin, li ser zevî, mêrg û çêregehên gundiyên Kervanpinarê projeya GES’ê danîne. Ev rewş nayê fêmkirin. Navê wê jî danîne ‘enerjiya paqij.’ Cûreyekî hilberîna enerjiyê ya ku xwezayê naparêze û razîbûna civakê tê de tune be, nabe enerjiya paqij. Nabe enerjiya kesk. Em ji vir radigihînin ku em ê rê nedin vê yekê. Em ê heta dawiyê li cem gundiyên Arzoxliyê bin û têkoşîna wan bi hev re bimeşînin.”
‘EM Ê HER TIM TÊKOŞÎNÊ BIKIN’
Piştre Hevberdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Sabri Kiliç axivî û got: “Îro em ne tenê ji bo mêrgekê, lê ji bo parastina çand, hafize û yekparebûna jiyanekê li vir in. Em wek Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê û pêkhateyên wê, li dijî vê projeyê her tim dê li cem gel bin. Ev proje wekî enerjiya nûjenbar an jî enerjiya alternatîf pêşkêşî me dikin, lê em vê yekê qet qebûl nakin. Îro ji aliyê komên sermayeyê ve li ser qadên mêrgan û qadên sitê yên arkeolojîk, xebateke ji bo tunekirina jiyan, çand, hafize û yekparebûna jiyanê heye. Em ê her tim li dijî vê hişmendiya ku berjewendiya çend kesan diparêze û hewl dide qadên jiyanê û mêrgan xera bike, têkoşînê bikin.”
‘CIHÊN NIŞTECÎBÛNÊ YÊN DÎROKÎ DIXİTE BIN METIRSIYÊ’
Piştî axaftinan girse ji taxê heta qada ku tê plankirin projeya GES’ê lê bê çêkirin meşiyan û proje protesto kirin. Endama Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Amedê Berfin Kiliş Üstün, li vir derbarê pêvajoya hiqûqî ya ku li dijî projeyê dane destpêkirin de agahî dan. Berfin Kiliş Üstün diyar kir ku GES’a ku tê plankirin bê çêkirin, gefê li cihên niştecîbûnê yên dîrokî dixwe û destnîşan kir ku qada GES’ê bermayiyên mozaîkên dîrokî dihewîne û ev erd bi awayekî fiîlî di nav sînorên sitê de dimîne.
Üstün anî ziman ku di keşfa ku di çarçoveya darizandina li 2’yemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê de hatî kirin, tespît û rapora pisporê arkeolog jî di vî alî de ye û wiha axivî: “Nayê qebûlkirin ku Midûriyeta Lijneya Parastina Hebûnên Çandî ya Amedê qadê bi rengekî rûbarî û di demeke kurt de lêkolîn kiriye û berevajî rapora pisporan sînorê sitê tespît kiriye. Nedîtina qada parastinê û tampon a sitê ya tespîtkirî, nêzîkatiyeke ku ji parastina hebûnên çandî dûr e.”
Berfin Kiliş Üstün li dijî biryara 2’yemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê ya ku nirxên dîrokî û çandî tune dihesibîne bertek nîşan da û wiha got: “Di 23’yê Sibata 2026’an de hêzên ewlehiyê yên ku qaşo ewlehiya şîrketê li qadê diparêzin, li gelek nuqteyan ketin û derketina gund girtine û wekî dorpêçeke leşkerî ava kirine. Ji ber vê rewşê gundî nekarîne biçin mêrg, zevî û malên xwe. Em radigihînin ku em ê derbarê sazî, darizandin û endamên hêzên ewlehiyê yên peywendîdar de gilî bikin. Ji bo ku jiyan û mîrateya me ya çandî tune nebe, em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bi gelê xwe re bidomînin.”
/Çavkanî: MA/












