Li Îranê di 7 mehên borî de bi sedan kes hatine darvekirin

Kurdi

Mafên Mirovan ya Îranê (IHRNGO) dibêje, di sala 2024’an de herî kêm 300 kes di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin. 15 jin, 42 Belûç û 20 ji netew û pêkhateya Kurd û 20 welatiyên Afganî di nav wan kesan de bûn.

Ji 300 haletên cezayê darvekirinê li wan pêkhatîye 172 îdam ji ber sûcên narkotîkê bûn.

Kêmbûna rêjeya îdamkirinan li Îranê piştî mirina Îbrahîm Raîsî û hilbijartinên serokomariyê (19 Gulan-5 Tîrmeh) zêdetir bûne, di meha Tîrmehê de herî kêm 49 kes hatin îdamkirin ku 36 ji wan di 11 rojên dawîn yên meha borî de hatine îdamkirin.

Mafên Mirovan ya Îranê derbarê zêdebûna bidarvekirinan li Îranê hişyarî dide civaka navnetewî da ku li hember rewşa darvekirinên li Îranê bêdeng nemînin.

Rêveberê IHRNGO Mahmood Amirî Moghaddam dibêje, “Em bi taybetî ji ber pêla nû ya îdamkirina çalakvanên sivîl yên Kurd û mehkûmên darvekirina madeyên hişber di hefte û mehên pêş de bi fikar in.”

/Jêder: Voa-Kurdi/

İlginizi Çekebilir

Temel Demirer: Patriyarkal Baskı ve Zulüm Karşısında Kadın(lar)
Amerika’nın ‘Muhteşem 7’lisi 700 milyar dolar değer kaybetti

Öne Çıkanlar