🔴LICÊ – Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li navçeya Licê ya Amedê bernameyeke hunerî û çandî ya dewlemend hat lidarxistin. Di bernameyê de mîrateya dengbêjiyê û girîngiya çanda devkî wekî bingeha parastina ziman hat destnîşankirin.
Bername bi hevkariya Şaredariya Licê û Komeleya Wêjekarên Kurd hat organîzekirin. Licêya ku di dîroka Kurdistanê de wekî kaniya çand û hunerê tê naskirin, vê carê derîyê xwe ji bo dengbêjên ku mîrateya hostayên mezin ên wekî Kamilê Mala Şebo û Hesenê Şêx Xalid diparêzin, vekir.
‘Dengbêjî Parêzvana Nasnameyê ye’
Bername ji aliyê nivîskar Mordem Zel ve hat birêvebirin. Di destpêka çalakiyê de li ser rola zimanê kurdî û bandora hunera dengbêjiyê ya li ser parastina nasname û hafizeya civakî axaftin hatin kirin. Hat diyarkirin ku dengbêjî ne tenê stranbêjî ye, lê belê dîroka zindî ya gelê kurd e.
Ji Ferzende Beg Heta Şewata Licê
Di beşa hunerî de, dengbêjên navdar bi klamên xwe yên li ser bûyerên dîrokî û civakî beşdar birin sefereke kûr a hîs û ramanê:
• Îbrahîmê Pîrikî: Bi klamên wekî Ferzende Beg, Roboskî û Cemîlê Seyda bal kişand ser êş û berxwedanên dîrokî.
• Hecî Emerê Entaxî: Bi klamên Adil Begê, Lawikê Dilê Min û Hizna û Bedran hunera xwe pêşkêş kir.
• Mihemedê Şêxmîranî: Bi zaravaya Zazakî rengîniya zimanê kurdî nîşan da. Şêxmîranî bi klamên Gundê Cûmê, Kolosê Ako û bi taybetî bi klama Şewata Licê kêliyên tije xem û hestiyar dan jiyîn.
Bi Coş û Govendê Bi Dawî Bû
Gelê Licê bi eleqeyeke mezin guhdariya klaman kir û bi çepik û tilîliyan piştgirî da dengbêjan. Bername bi stranên folklorîk û govendê di atmosfereke tije coş û moral de bi dawî bû.
/Nûçe: Nûpel/










