Li Licê Ji Bo Roja Zimanê Dayikê Bernameyên Taybet
Şaredariya Licê û Komeleya Wêjekarên Kurd, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, bi du bernameyên girîng pêşwaziya vê rojê dikin.
Şaredariya Licê bi hevkariya Komeleya Wêjekarên Kurd re, ji bo balê bikşînin ser girîngiya zimanê kurdî û parastina çandê, di 19 û 20’ê Sibatê de li navçeyê çalakiyan li dar dixin. Di bernameyan de dê hem hunera dengbêjiyê ya resen hem jî nîqaşên li ser wêjeya kurdî cih bigirin.
19’ê Sibatê: Dengê Dengbêjan Dê Li Licê Olan Bide
Bernameya roja yekem (Pêncşem) bi belavkirina etîketên bi kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) destpê dike. Piştî xebatên hişyariya ziman, saet di 14:00’an de bi dirûşma “Dem Derbas Dibe Deng Dîmîne” dîwana dengbêjan tê sazkirin.
Di vê dîwanê de dengbêjên navdar ên herêmê:
• Hecî Emerê Entaxî
• Îbrahîmê Pîrikî
• Mihemedê Şêxmîran
dê bi kilam û dengên xwe yên zelal derkevin pêşberî guhdaran.
20’ê Sibatê: Wêje û Ziman Tên Nîqaşkirin
Roja duyem a bernameyê (În) dê bi giranî li ser mijara wêjeyê be. Di saet 13:30’an de bi dirûşma “Wêje, Şitla Zimanê Dayikê ye” paneleke wêjeyî tê lidarxistin.
Di panelê de wêjekarên nas:
• Mordem Zel
• Leylana Sidîq
dê li ser têkiliya zimanê dayikê û wêjeyê, her wiha pêşketina edebiyata kurdî biaxivin.











