Li Qoserê Rawestgeha Xwezayê: Çirava Emrûdê û Şopa Dîrokê

Kurdi

🔴MÊRDÎN – Li gundê Emrûdê (Başdeğirmen) yê navçeya Qosera Mêrdînê, xwezaya ku bi hatina zivistanê re bi coş dibe û bermahiyên dîrokî, balê dikişînin ser xwe. Çirava Emrûdê ku bi dîmena xwe ya weke travertenan tê naskirin, bûye rawestgeha sereke ya aktîvîstên xwezayê û wênegiran.

Gundê Emrûdê ku 13 kîlometre ji Qoserê û 20 kîlometre ji navenda Mêrdînê dûr e, di nav çar çiyayan de cih digire. Jêdera ava gund ji kontara çiyê, ji kaniya ku jê re “Kaniya Serê Dehlê” tê gotin, serê xwe hildide. Ev ava ku di nav dehan robarokan re weke “pelên bastêxê” diherike jêr, dîmeneke derasayî û rengê travertenî li gund ava dike.

Tê zanîn ku dîroka gund heta serdema Nemrûd diçe û navê gund (Emrûd) jî ji Nemrûd tê. Li gund gelek şopên dîrokî hene:

Keleha Nemrûd: Keleheke dîrokî ya ku li ser gund serwer e.

Qesra Began: Qesreke ku xwedî girîngiyeke mîmarî ye.

Aşên Avê: Ji ber zêdebûna avê, li gund 5 aşên avê hatine avakirin ku nîşana aboriya qedîm a herêmê ne.

Şikeftên Tenûriyê: Li milê rastê yê gund, li Çiyayê Tenûriyê gelek şikeft weke stargehên xwezayî balê dikişînin.

Gundê Emrûdê her çend bi xweşîniya xwe bibe havîngeh û seyrangeha herêmê jî, di sala 1994’an de bi şewitandina gund re rûbirû maye. Îro bermahiyên avahiyên şewitî weke “kartpostalê êşê” li ber çavan in, lê belê Kaniya Serê Dehlê hîn jî jiyanê dide gund û derdora xwe.

Bi taybetî di demsala zivistanê de bi barîna berf û baranê re, çirav û robarokên gund bêtir coşdar dibin. Aktîvîstên xwezayê û wênegirên ku ji her derê Tirkiye û welat tên, vê atmosfera sêrbaz di kadrajên xwe de nemir dikin û bang li her kesî dikin ku vê mîrateya xweza û dîrokê bibînin.

/Nûçe: Mordem Zel/

 

 

İlginizi Çekebilir

TBMM Başkanı Kurtulmuş’tan ortak rapor değerlendirmesi
Doğu Kürdistanlı Partilerinin ‘Koalisyon Anlaşması’nda görüş birliği sağlanamadı

Öne Çıkanlar