Li Şirnexê dîsa qedexe hat ragihandin

Kurdi

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, 4 herêm di bin navê  “Herêma Ewlehiya Taybet” de 15 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê biryara qedexeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, 15 rojan qedexe ye ku xelk here çiyayên Gabar, Cûdî, Zêrînê û Dolê yên Şirnex û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Qileban û Elkê.

Parêzgariya Şirnexê diyar kir ku qedexe sibe (15ê Gulanê) dest pê dike û dê heta 8ê Hezîranê berdewam bike.

Parêzgariya Şirnexê îdia kir ku qedexe bi armanca “parastina ewlehiyê neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Parêzgariyê hişyarî da xelkê ku ji bo silametiya xwe neçin wan herêmên qedexekirî.

Li hêla din, Parêzgariya Şirnexê berê jî ew herêm qedexe kiribûn û wê qedexeyê jî 15 rojan ajotibû.

/rd/

İlginizi Çekebilir

Kırgızistan: Yabancı uyruklu öğrenciler ülkeyi terk ediyor
DEM Parti: Kobani kararı IŞİD’e gül uzatmaktır

Öne Çıkanlar