Lîstikvanê Amedsporê Dilhan Demir di antremanê de seqet bû û xebera ne baş îro hat eşkere kirin: 9-12 mehan wê nikaribe bilîze.
Duh di antremanê de lîstikvanê Amedsporê Dilhan Demir seqet bû. Piştî muayenê diyar bû ku çongê wî yê rastê zirar dîtiye, menîskusê de qetîn çêbûye. Li gor vê yekê divê Demir bê emeliyetkirin.
Klûbê îro ragihand ku bi emeliyet, piştî wê rehabîlîtasyon, ev pêvajo wê dor 9-12 mehan bidome.
Dilhan Demir kurd e. Ew sala2003’yan li bajarê Herne ya Almanyayê hatiye dinê. Ew forvet e, lingê çepê jî dikare bikar bîne.
Ji Almanyayê hatibû par hatibû Gençlerbîrlîgiya Tirkiyeyê. Ji wir transferê Amedsporê bû. Peymana wî heta pûşpera 2026’an li Amedsporê ye.
/Jêder: Diyarname/








