🔴Meclîsa Kirmanckî bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, di 20ê Sibatê roja pêncşemê saet di 12:30’an de li ber Postexaneya Mezin a Sûrê çalakiyekê li dar dixe.
Meclîs ji bo parastina kirmanckî/zazakî ya ku bi metirsiya windabûnê re rû bi rû ye, bang li her kesî dike ku beşdarî çalakiyê bibin.
Meclîsa Kirmanckî di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, ji bo zaravayê kirmanckî/zazakî/kirdkî/dimilkî yê ku ber bi windabûnê ve diçe, gelek çalakî û aktîvîteyan organîze dike.
Meclîs bi diruşma “Ez naxwazim zimanê min winda bibe” û bi beşdariya hemû derdorên ku naxwazin zazakî winda bibe, bi awayekî girseyî ji UNESCO, Serokkomarî û Wezareta Perwerdehiya Neteweyî re nameyan dişîne.
Ev çalakî bi hevkariya Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk tê birêvebirin. Bernameya çalakiyê bi vî rengî ye:
• Dîrok: 20’ê Sibata 2026’an (Pêncşem)
• Saet: 12:30
• Cîh: Li ber Postexaneya Mezin a Sûrê (Amed)
Meclîsê bang li raya giştî kir û weha got:
“Ji bo xurtkirina xebatên me, em ê bi beşdariya hemû derdorên ku naxwazin zazakî winda bibe, pir kêfxweş bibin.”
/Çavkanî: AW/










