Mehmed Uzun li Amedê hat bibîranîn

Kurdi
🔴 Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun li Ameda Bakurê Kurdistanê li ser gora xwe hat bibiranîn.

Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakiya bibîranîna Mehmed Uzun li dar xist.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û nûnerên saziyên sivîl ên Amedê tevlî merasîma bibîranînê bûn.

“Heta hetayê dê bandora xebatên wî hebe”

Dogan Hatun di merasîmê de behsa bandora Mehmed Uzun kir û wiha axivî:

“Mixabin, ew pir zû çû ser dilovaniya xwe lê dê heta hetayê bandora xebatên wî hebe.

Heta ku zimanê Kurdî hebe, dê her tim di ziman û gotinên me de hebûna wî jî hebe.

Min nû wêjeya wî nas kiribû. Roja piştî ku min xwendina pirtûka wî qedand, me xebera xemgîn a wexerkirina wî wergirt û ez pir xemgîn bûm.”

Hatun diyar kir ku Mehmed Uzun hîmê wêjeya nûjen a Kurdî avêtiye û bangî ciwanan kir ku zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî biparêzin.

Avcikiran: Mehmed dixwest li welatê xwe bimire

Serokê berê yê Odeya Tabîban a Amedê Adem Avcikiran jî ji bo lidarxistina bernameya bibîranênê spasiya hevserokên şaredariyê kir.

Adem Avcikiran behsa bîranînên xwe yên bi Mehmed Uzun re kir û wiha got:

“Me bi hev re li Enqereyê li fakulteyên cuda xwend. Sala 1978an ew çû derveyê welat. Sala 1991an dîsa rêya me gihîşt hevdû.”

Avcikiran di berdewamiyê de anî ziman ku Mehmed Uzun dixwest li welatê xwe bimire.

Hevseroka DBPyê ya Amedê Sultan Yarayê jî diyar kir ku Mehmed Uzun kedeke mezin daye Edebiyata Kurdî û ji ber vê yekê ew yek ji kevirên bingehîn ên Wêjeya Kurdî ya nûjen e.

Mustafa Uzunê birayê Uzun jî spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir ku di bibîranîna îsal de wan ew bi tenê nehiştine.

Mehmed Uzun kî ye?

Mehmed Uzun 1ê Kanûna Paşîn 1953yan li navçeya Siwêregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û 11ê Çiriya Pêşîn a 2007an li Amedê wefat kiriye.

Ji ber xebata nivîsîna bi Kurdî û xebatên siyasî hat zîndanîkirin.

Sala 1977ê ji Tirkiyeyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.

Ew endamekî PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê bû. Sala 2001ê xelata Torgny Segerstedt stand.

7 romanên wî hatine çapkirin. Sala 2005an ji aliyê Wezareta Rewşenbîriyê a Herêma Kurdistanê ve li Hewlêrê hat xelatkirin.

Berhemên wî tercumeyî Farsî, Almanî Swêdî û Înglîzî bûne.

/rûdaw/

İlginizi Çekebilir

Ukrayna’ya 1,4 milyar euroluk yeni askeri yardım paketi
Bakırhan: Yeni bir döneme giriyoruz, örgütlü olan kazanıyor

Öne Çıkanlar