Mela Mihyedîn: Çend Rêzefîlmên Delal

KurdiYazarlar

Gelek caran mirov ji sînemayê, ji wêjeyê û ji pirtûkan jî aciz dibe. Dema meriv aciz bû li tiştên sivik û xweş digere da pê bêhna xwe derbixe, da pê kêfxweş bibe.

Di van rojên Koronayê de gelek mirov di mal de êsîr dimînin. Geh ji Netfilîxê geh jî ji platformên cuda cuda ji xwe re li rêzefîlman temaşe dikin. Min jî ji bo we çar rêzefîlmên delal hilbijartin. Hêvî dikim bi dilê we be û keyfa we jêre bê.

Friends

Monica û Rachell hevalê zarokatîyê ne. Ross birayê Monica ye. Chandler ji zanîngehê hevalê Ross e. Joey hevalê Chandler yê malê ye. Phoebe hevalê Monica ye. Ev her şeş heval destên wan qet ji hev nabe. Bûyerên tên serê wan ji me re dibe ken û kêfxweşî.

          Kunye

          Derhêner:  Peter Bonerz, James Burrows, Pamela Fryman…

          Cure: Komedî û Romantîk

          Lîstikvan:  Jennifer Aniston, Courteney Cox, Lisa Kudrow…

          Sezon / Beş: 10 / 236

          IMDB: 8.9

          Wext: 22 Deqqe

The Big Bang Theory

Leonard Hofstadter û Sheldon Cooper du mirovên zîrek in. Her du li heman zanîngehê li ser Kuantumê (Fîzîk) dixebitin. Ev her du mirovên zîrek hebekî asosyal in û ji alîyê têkilîya bi jinan ve kêmasîyên wan zê de ne.

Rojekê jinek bedew lê ji alîyê zîrektîyê hebekî qels tê apartmanê. Çîrok bi vî awayî dest pê dike û ken li ser rûyê me kêm nabe.

          Kunye

          Derhêner: Chuck Lorre û Steven Molaro

          Cure: Komedî

          Lîstikvan: Johnny Galecki, Jim Parsons û Kaley Cuoco

          Sezon / Beş: 12 / 208

          IMDB: 8.2

          Wext: 21 Deqqe

Doctor Who

Mirovekî bifikirin. Mirovekî dişibe me û hebekî dînik. Navê wî yê rastîn kes nizane lê ji xwe re dibêje Doctor. Cih û meskenê Doctor Tardîs e.

Li Tardîsa xwe siwar dibe geh diçe dîroka kevin û geh diçe dîroka bê. Te hew dît Doctor li dinyayê ye an jî te hew dît li gerstêrkek din derdikeve pêşberî me.

          Kunye

         Derhêner:  Douglas Mackinnon, Graeme Harper…

         Senaryo:  Sydney Newman, Paul Cornell…

         Cure: Fantastîk, Scî-Fi û Romantîk

          Lîstikvan:  David Tennant, Jodie Whittaker, Peter Capaldi, Matt Smith…

          Sezon / Beş: 13 / 129

          IMDB: 8.6

          Wext: 45 Deqqe

How I Met Your Mother

Sal 2030, Ted ji her du zarokên xwe re qala çîroka xwe û dîya wan dike. Çîroka Ted 2005an dest pê dike. Ted avahîsaz e. Marshall, Lilly u Barney her sê hevalên wî ne. Gelek caran bara di bin mala Ted de tên ba hev û li kêfa xwe dinêrin. Di barê de Ted Robîn nas dike û dil didyê. Piştre gelek çîrok bi ken tê serê wan.

         Kunye

         Derhêner:   Pamela Fryman û Rob Greenberg 

         Senaryo:   Carter Bays, Craig Thomas…

         Cure:  Romantîk û Komedî

          Lîstikvan:  Josh Radnor, Jason Segel, Cobie Smulders…

          Sezon / Beş: 9 / 208

          IMDB: 8.3

          Wext: 23 Deqqe

 

İlginizi Çekebilir

Bîtcoîn bi kolana nivisbarîyê dertê holê û di cuzdanen elektronîk de têne veşartin
Halil Dalkılıç: Enqere dûr e, an Washîngton?

Öne Çıkanlar