Karên kollektîvî rewş û halê me xweştir dike. Bêhna me fireh dike. Bi saya van xebatan gelek mirov nêzî hev dibin û bi hev re xebatên hêja tînin meydanê. Berê komên muzîkê hebûn êdî di vê dewrê de karê komên muzîkê pir kêm bûne û li şûna muzîka kollektîv derketîye pêş.
Di muzîka kurdî de karên kollektîvî hêdî hêdî pêş dikevin. Gelek camêr û canik dildar tên ba hev û dest xebatên hêja dikin. Dest didin hev, mil didin hev û muzîkên herî xweş dertînin meydanê.
Colemerg Collective jî yek ji wan kollektîvên hêja ye. Ji bo muzîka Kurdî xebatên hêja û delal dikin. War bi war li pey şopa kilamên Colemergê digerin û wan qeyd dikin. Piştre endamên kollektîvê li studyoyê wan bi harmonî û awazek xweş tomar dikin û bi saya xebatên wan kilamên Colemergê dibin nemir.
Me xwest em wan û xebatên wan nas bikin. Li ser navê Colemerg Collectivê birêz Emre bersiv dan pirsên me.
Hûn ji me re dikare hebekî qala çîroka damezrandina Colemerg Collectivê bikin? Armanca Colemêrg Collectivê çi ye?
Rojekê em li studyoyê rûniştibûn me go: “Rabin em stranek Colemergê qeyd bikin.” Bi şert û mercên amator me deng qeyd kir û klîbek jî kêşand me go bila nav jî bibe “Kollektîfa Colemergê”. Koma me wisa ava bû.
Em dixwazin ku stranên kevnareyên ji binê erdê dîsa zindî bikin. Dixwazin dengêt guhê me da bi hîsek nû derxin. Stranên cihî qeyd bikin sibê kî kar bîne bila bizanît ev strana colêmergî taybet stranek Kurdî ye.
Stranên em dixwinîn em notayên wan jî dinivîsin. Em çîroka wan peyda dikin, qeyd dikin û arşîv dikin. Karê me tenê xwendina strana nîne.
Evîna muzîkê kengî di dilê we de şax veda û ev çend sal in hûn karê muzîkê dikin?
Evîna min a muzîkê di dibistana navîn de dest pê kir. Ev nêzîkî 15 salan e ku bi muzîkê re mijûl dibim û ez mamosteyê muzîkê me. Di nav me de mamosteyên me hene ku gelek sal bi muzîkê re mijûl dibin. Mamosteyên me nêzî 30 sal in bi hunermendên herêmî re dixebitin.
Em qala axayên ku bi salan di dawetan de derbas kirine ku hêmana herî mezin a çanda me ne dikin. Di kollektîfa me da nirxên pir mezin in.
Colemêrg Collective ji çend kesan pêk tê? Endamên wê kî ne û çi karî dikin?
Hejmera me ne dîyar e. Zêdebûn û kêmbûn li gori stranan diguhure. Di nava komê de berhevkar, mamosteyên muzîkê, stranêej û dengbêj hene. Orkestraya me amede ye. Ji forma rojava bigire heya forma rojhilatê alternatîfêt me zêde ne.
Muzîk ji bo we çi îfade dike?
Berîya her tiştî, em muzîkê wekî amûrek ragihandina serpêhatî, êş, xem û şahîyê dibînin. Muzîk alîkarîya me dike ku em gûzanên binê erdê bigihînin heya îro. Di her kêlîya jîyana me de muzîk heye wekî mînak xwarin û vexwarina avê…
Di muzîkek dilşewat de, di xem, şîn, her kêlîyê de ji me re muzîk hewce dike. Muzîk zimanê ragihandinê ye.
Dema hûn war bi war li pey stranan digerin û hûn wan qeyd dikin qet leqayî zehmetîyan tên? Hûn dikarin serpêhatîyek xwe ji me rê bêjin?
Bê guman, timûtim zehmetîyên me hene. Wekî me got, em neçar in li kilamên ku dîrok diponijin kûr bigerin. Carinan em agahdarîya derewîn digirin û em dixapînin. Di rewşên wiha de, em hewl didin ku di rê de bigihîjin çîroka herî rast ya mantiqî.
Zehmetîya herî mezin gihîştina çavkanîyan e. Carinan çavkanî pirtûkek e, carinan çavkanîyek dengbêj e. Em diçin dû wan û em wan tomar dikin.
Ka ez qala zehmetîyeke hatî serê me bikim. Em fêrbûn ku gotinên stranek ku em demeke dirêj lê digerin, ji hêla dengbejêkî ve tê zanîn. Em çûn ba wî. Me got: “Gotinên stranê hûn dikarin bi me re parve bikin?“. Wî got: “Na“. Me got: “Çima?” Got: “Min pêşî bi çend kesan re parve kiribû. Kesî ji wan çavkanî dîyar nekiribû. Ewan nîyetên min ên baş ji bo berjewendîyên xwe bikaranîn.” Ji ber vê yekê nedixwest stranên xwe bi kesekî re parve bike. Gotinên wî rast bûn lê tiştek xirab hebû ger ew bimire em ê wan stranên bi wî re jî winda bikin. Ev rewşa herî xirab bû.
Dema we biryar da hûn ê karê muzîkê bikin ji malbat û derdorê çi bertek ji we re hate dayîn? Di derxistina stranan de ji we re bûne alîkar?
Me di her gavî de ji malbat û hawîrdora xwe piştgirî stendîye. Bi saya van piştgirîyan, kelecana me ya ji bo projeyê hê bêtir zêde bû. Wan hem bi zanebûn û hem jî bi dengê xwe piştgirî dane me. Endamên malbatê beşdarî du xebatên me bûn.
Ji xwe di çand û stranên me de avahîyek kollektîf heye. Em hemû ji bo armanca kollektîf bi hev re ne.
Di pêşerojê de xebatên xwe wekî pirtûk an jî belgefîlmek hûn ê derxînin?
Em bi derfetên kêm dixebitin. Digel van mercan jî em hewl didin da xebata herî baş bikin. Ger em bikaribin di pêşerojê de piştgirî bistînin em dixwazin çîrokên xwe wekî belgefîlm an jî wekî kurtefîlm biweşînin.
Stranên em dixwinîn em notayên wan jî dinivîsin. Em dixwazin nota û gotinên stranan wekî pirtûk çap bikin. Me navê pirtûkê jî eşkere kirîye: em dixwazin navê pirtûkê “Stranên Colemêrge” be. Dê ji bo nifşên pêşerojê bibe arşîvek.
Stranên we pir xweş in û pir keyfa me ji wan re tên. Ez bawer im di destên wan de pir stranên tomarkirî hene. Çavên me li rê ye, gelo albumek di rê de heye?
Berîya her tiştî, ji bo daxwazên xweş ên we gellek spas dikim. Li gorî îmkanên niha em sîngle dikin.
Gelek stranên me yên bedew hene. Formek cuda em amede dikin. Em karê albumê dikin. Album dê ji 12 stranên Colemergê pêk be. Derxistina Albumê karekî zehmet e lewma pêdivîya me bi alîkarîyê heye û derîyê me ji her kesî re vekirîye.
Muzîka we muzîka pir enstrumanî ye û keyfek mezin dide guhdarvanan. Stranên we ji stranên anonîm pêk tên. Van stranên anonîm bi pir-enstrumanî hûn ji nû ve jîn dikin. Ev xebatek pîroz e ji bo çanda me. Ev fikir ji ku derê derket? We çawa biryar da?
Di gelek xebatên îroyîn de, li şûna gelek enstrumanan bi piranî yek enstruman hatîye bikaranîn. Em dixwazin muzîka me pir-enstrumanî be. Seba yek-enstrumanî û elektronîkî gellek mûsîqevan bêkar man. Bi vî rengî, me ne tenê yek amûrek, lê pir-amûreke kollektîf ava kir.
Wekî heyranekî keyfa min pir ji van stranên zindî re hat. Gelo di pêşerojê de îhtîmal heye em li stranên we yên akustîkî guhdarî bikin?
Bê guman, heke rêyên me derbasî hev bibin, em dixwazin performansên akustîkî pêk bînin. Ev bi vexwendinên ku em ê bistînin ve girêdayî ye.
Hûn ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikin?
Em ji şêwazên muzîkê yên etnîkî, herêmî û eslî bêtir hez dikin. Ew bêtir nêzîkê şêwaza me ne. Ji xeynî vê, em ji şêwazên wekî Muzîka Klasîk a Rojava û Muzîka Rock jî hez dikin. Em ji muzîka Dilşad Saîd, Mehmûd Berazî, Nîzamettîn Arîç, Ciwan Haco û Xero Abbas hez dikin. Bê guman, divê em hunermendên mezin ên ku di demên berê de dijîyan ji bîr nekin, wekî Tahsîn Taha, Şakiro, Fadilê Cizîrî, Aram Tîgran, Îsa Berwarî, Ayşeşan…
Ji bo pêşerojê xewn û xeyalên we çi ne?
Ji ber epîdemîya koronayê jîyana me tevlîhev bûye. Em vê gavê nikarin pir xeyalan bikin. Wekî ku hûn jî dizanin, ev nexweşî herî zêde bandorê li muzîkvan û hunermendan dike. Ji ber vê sedemê hertim konser, dawet û bername hatine betalkirin. Em hêvî dikin ku ev nexweşî di zûtirîn demê de biqede û jîyan wekî berê normal bibe.
Bê guman xewnên me hene. Ger ev epîdemîya vîrûsa korona bi dawî bibe, em dixwazin konseran bidin û çanda xwe li çar alîyên cîhanê bidin nasandin. Ji çar alîyên cîhanê mirovên ku bêrîya muzîka herêmî dikin hene. Em xewn û xeyala van konseran dikin ku heya radeyekê vê hesretê pêk bînin. Ji xeynî vana, xewna meya herî mezin ew e ku em stranên xwe bigihînin nifşên pêşerojê. Em dixwazin stranên Colemergê tomar bikin û pirekê di nava peşeroj û paşerojê de ava bikin.