Mêvanê Taybet ê Dersîmê: Werşeq

Kurdi

Li bakurê Kurdistanê, bi taybetî li herêma Dersimê, cureyekî kêmpeyda û bi heybet ku di bin metirsiya tunebûnê de ye, careke din xwe nîşan da. Werşeq (Vaşak) ku di nav kurdan de wekî “Pisînga Çiyê” jî tê naskirin, di van rojên dawî de ket ber lînsa dronên aktîvîstên mafên xwezayê û li ser medyaya civakî bû cihê eleqeyeke mezin.

Werşeq, ji malbata pisîngan (Felidae) e û ji cureyê Lynx pêk tê. Ev heywanên kûvî ku bi mezinahiya xwe ya navîn têne naskirin, ji pisîngên malê 5-6 caran girantir in. Giraniya wan di navbera 18-25 kîloyan de diguhere.

Hinek taybetmendiyên sereke yên Werşeqê ev in:

• Guhên bi tûf: Guhên wan ji yên pisîngên asayî dirêjtir in û serê wan bi tûfên mûyan xemilandî ye.

• Parastina li hember sermayê: Dema zivistan tê, hemû laşê wan bi qatekî mûrûyê yê stûr tê girtin.

• Patiyên fireh: Ev taybetmendî dihêle ku ew di nav berfê de bi hêsanî bimeşin û nexulikin.

• Hêz û Lez: Werşeqên Afrîkayê di warê lezê de li gorî laşê xwe herî xurt in; dikarin xezalekê (antîlop) bi girtina stuyê wê bixin erdê.

Werşeq bi gelemperî li zozanên asê, daristanên çamê û li bilindahiyên heta 3000 metreyî dijîn. Ew ne tenê hilkişînerên baş in, di heman demê de avjenên jêhatî ne jî.

Ev nêçîrvanên zîrek; keroşk, kojeker, werdek, çivîk, masî û carinan jî xezalan dikin nêçîra xwe. Berevajî gelek heywanên kûvî, ew di nava rojê de zêdetir nêçîrvaniyê dikin. Her çend bi tenê bijîn jî, di rewşên awarte de—wek nêçîra keroşkan—bi komî tevdigerin.

Demsala cotbûna wan di navbera dawiya Çile û destpêka Adarê de ye. Werşeqên mê nêzî 70 rojan ducanî dimînin û bi gelemperî 2 an 3 tîşikan (çêlikan) tînin dinê. Werşeqên mê di 21 mehî de, yên nêr jî di 33 mehî de digihîjin balixbûnê.

Mixabin ev heywanên bedew di bin metirsiya mirovan de ne. Li gorî daneyên Yekîtiya Parastina Cîhanê (IUCN), Werşeq di nav 120 cureyên memikdar ên ku neslê wan di bin xetereyê de ye cih digire. Wek mînak; li Norwêcê, di nav du mehên borî de 117 werşeq ji aliyê nêçîrvanan ve hatine kuştin.

Li gelek welatan, tevî ku hejmara wan kêm bûye jî, hêj qedexeyeke tund li ser nêçîra wan nehatiye danîn. Pispor û aktîvîstên li Kurdistanê bang dikin ku ji bo parastina “Pisînga Çiyê” hişmendiya civakî were zêdekirin û qadên jiyana wan bêne parastin.

/Nûçe: Mordem Zel/

 

 

İlginizi Çekebilir

Vatikan: Ayin yapay zekayla 60 dile çevrilecek
ABD-İran Cenevre Görüşmeleri: Körfez’de tatbikat, masada nükleer pazarlık

Öne Çıkanlar