Mirov bi qasî perê berîka xwe mirov e.
Çiqasî perê berîkê zêde be mirovatîya mirovî ew çend zêde dibe.
Ger pere nebe ne li meydanê mirov dimînê û ne jî hurmet.
Kes guh neda gotinên feqîra.
Ne malbat, ne heval û ne jî yar…
Ger pere hebin hemû di xizmetê de ne lê dema pere nebin kes gunehê xwe jî nade mirovî.
***
Gotina pêşîyan dibêje: “Bav pişt e, dê her tişt e.” Pêşîyên me jî tiştên şaş gotine. Gotina rastî wisa ye: “Bav û dê pişte e, pere her tişt e.” Ger pere hebe dê jî û bav jî heye.
Dema zarok mezin dibin malbat dixwaze zarokên wan bikevin karekî û bizewicin. Piştî temenek şûnde ne dê û ne jî bav naxwazin berpirsîyarîya zarokên hildin ser milê xwe. Bi salaya di nava derd û kulan de zarokan mezin dikin û piştî temenek şûnde dixwazin zarokan ji stûyê xwe biavêjin.
Heger zarok di karê xwe de bi ser ket dê û bav xwe ji wan re dikin erd. Timî xizmeta wan dikin. Pere, dilê dayîk û bavan nerm û germ dike. Ew tenûra dilê wan ya cemidî cardin germ dibe û guh didin zarokên xwe. Zarokên bi ser nakevin nikarin dilê dê û bavê xwe xweş bikin. Ne dê guh dide zarokên binketî û ne jî bav.
***
Pere hebin hemû alem di xizmeta meriv de ye.
Lê pere nebin meriv di xizmeta hemû alemê de ye.
Pere hebin dê û bav di xizmeta meriv de ne.
Lê pere nebin meriv di xizmeta dê û bav de ye.
Pere hebin yar di xizmeta meriv de ye.
Lê pere nebin meriv di xizmeta yarê de ye.
Helbet xizmeta alem, yar, dê û bavî tiştek baş e, xirab nîn e. Lê heger pere nebin meriv çiqasî xizmetê bike jî bi qasî misqalekê feyda wê xizmetê nagihe mirovî. Hem madê xwe li hember mirovî tirş dikin û hem jî ti carî ne kêfxweş dibin û ne jî spasdar.
Pere hebin di çilê zivistanê de, di nava berf û seqemê de meriv qet nacemide.
Pere hebin di germa havînê de meriv qet xwêdan nade.
Lê dema pere nebin meriv di zivistanê de di nava berf û seqemê de dircife û serma digre.
Lê dema pere nebin meriv di germa havînê de ji têhna û ji germa dibeece.
***
Yar, gelek cara ji meriv re nabe yar.
Yar, carna dibe neyar.
Di destpêkê de hemû jin modern in, hinek ji wan xwe postmodern û feminîst dihesibînin. Di her alîyê jîyanê de wekhevî û edaletê dixwazin. Li hemberî çanda kevnare derdikevin û xwe ji çanda kevin didin alî. Lê heta dema xwestin û zewac dikeve dewrê. Wê demê maskeya li ber rûyê wan dikeve xwarê û rûyê rastî dikeve şûnê. Jina jixwebawer, femînîst, modern û postmeodern diçe li şûna wê pereperest, zêrperest, durperest û kevinperest dikeve şûnê. Ev mesele nîqaşê di navbera dilber û dildaran de vedike. Heger pereyê wan nebe xewn û xeyalên wan têk dibe.
Dema pere di berîkê de hebin hemû mesele tên çareser kirin. Yar ji meriv dibe yar. Pere hemû meseleyên maddî çareser dike û dema mesleyên maddî çareser bû kêfxweşî û bextewarî dibe par dilber û dildaran.
Pirsgirêkên di navbera dilber û dildaran de tenê di dewra xwestin û zewacê de namîne. Piştre jî dom dike. Di rojên taybet de zilam dîyarîyên buha distîne lê jin dîyarîyên biçûk û arzan distîne. Heger zilam rojekê dîyarîyek arzan bîstîne pirsgirêk dîsa ji nû ve derdikevin meydanê. Yar mixabin, xwe bi buhayê dîyarîyê dipîvin.
Dema berîk tije be gelek pirsgirekên dilber û dildaran çareser dibin.
Kêfxweşî û bextewarî dibe paran wan.
Ger pere hebin dilber yar e.
Ger pere nebin dilber neyar e.
***
Dema pere hebin heywan dibe însan.
Lê pere nebin însan dibe heywan.
Pere hemû derîyan vedike.
Derîyê xweşîyê û yê bihuştê bi rêya pereyan vedibe.
Li bihuştê hemû daxwazên meriv têne cî. Li vê dinê kesên dewlemend di bihuştê de jîyana xwe diborînin. Dilê wan diçe çi distînin, çi dixwazin dikin. Lewma jîyana wan jîyana bihuştê ye û xanîyên wan koşkên bihuştê ne. Her tiştê wan heye û pêdivîya wan bi tiştekî nîn e.
Kesên feqîr pêdivîya wan bi biuştê heye. Li vê dinê di narê dojehê de dişewitin û daxwazên wan nayên cî. Lewma ji bo bihuşta alema din dixebitin. Ne di alîyê civakî de û ne jî di alîyê malbatî de bi ser nakevin.
Pêdivîya malbatê bi tiştan heye lê mixabin pere di berîkê de nîne. Ji vê rewşê xirabtir rewş nîne. Ji vî ezabî ezabtir, ezab nîne. Ji vê dojehê xirabtir dojeh nîne.
Pere hebin jîyan dibe bihuşt.
Pere nebin jîyan dibe dojeh.
***
Werhasil kelam;
Agir ketye berîka min
xewn nakeve çavên min