Mihyedîn Nahrîn: Alîyek Min Ditirse Alîyê Din Evîndar

Kurdi

Evîn çiqasî xweş be hewqasî jî dijwar e. Evîn çiqasî meriv sermest û sergêj bike jî hewqasî jî meriv ditirsîne. Tirs û evîn tim li gel hev dansê dikin. Carna nêzî hev dibin û carna jî dûrî hev diçin. Ji destpêkê heta dawî tirs li gel evînê di dilê meriv de şîn dibe. Evîn çiqasî mezin bibe tirs jî ewçend mezin dibe. Solîstê Koma Wetan, Kerem Gerdenzerî wisa behsa tirsê dike di strana xwe de:

Keçik çima ditirsî

Ne ez xort im, tu qîzî

Tirs hin caran şermê jî bi xwe re tîne an jî hin caran şerm bi xwe re tirsê tîne. Her du jî timî li ba hev in. Evîndar çiqasî dil de xwedî yar be carna ji ber şermê nizana dê çawa tevbigere. Ji ber şerm û tirsa malbat û civakê carna evîndar xwe dide alî û tiştekî nake. Rewşên wisa ji bo evînê bi talûke ne.

Rojekê Cegerxwîn di civateke mezin de rûniştîye. Civat xweş û geş e û keyfa Cegerxwîn li cî ye. Xanima Cegerxwîn ji malê tê û dixwaze Cegerxwîn bibîne. Li ber derî dîqî hevalê xwe dike lê Cegerxwîn ji şerma civata nikare rabe û biçe cem xanima xwe. Xanim li bendê disekine, dibîne ku nayê. Lê dixe û vedigere tê malê. Di wê şevê de Cegerxwîn wisa ji bo xanima nivîsandîye:

Hate ber derî min lê nenerî

Lê gava ku ew çû, min dil daye dû

Dawîya şerm û tirsê gelek caran poşmanî ye. Lewma her tişt li gorî pîvanekê xweş e. Çi be bila bibe ger pîvan derbas bû nexweşîyê bi xwe re tîne. Dema ji ber tirs û şermê yar biçe dil perîşan dibe û mîna gulekê diçilmise.

Evîn û tirs bê hev nabin. Lewma divê meriv xwe teslîmî tirsê neke. Merivê teslîmî tirsê bû nikare xwe bigihîne xweşî û başîyê. Ger tirs bi qasî evînê zêde bibe bi xwe re malwêranîyê jî tîne. Lê dema evîn zêde û tirs kêm bû wê demê dil dibe bihar û hertişt xweş dibe. Dil mîna çemê biharê dike guşe guşe û her cîyê lê derbas bibe xweşîyê bi xwe re dibe wan deran.

Di evînê de guherîn dê hebe. Evîndar pirî caran şekil didin xûy û şexsîyeta xwe. Xwe li gorî evîndara xwe diguherînin da xwe bêtir nêzî yarê bikin.

Di guherînê de zehmetî û tirs dê hebe. Heta temenekî insan tê. Ji xwe re zor û zehmetî xûy û şexsîyetekî ava dike. Piştre bi carekî evîndar dibe. Ji bo kesê hember jê hez bike xûy û şexsîyeta bi sala avakirî hêdî hêdî ber bi xûy û şexsîyeteke din ve diguherîne.

Kesê nikaribe xwe biguherîne û ji guherînê bitirse dê leqayî pir zehmetîyan bê. Guherîn bi hev re xweş e. yek biguhere û yê din wek xwe bimîne û ji bo têkilîyê qet kedê nede çênabe. Ew têkilî heta cîyekî dê bimeşe û piştre jî dê bikeve teqnê de. Di dawîyê de insan dê ji hezkirinê jî bixeyîde û her yek dê bi rêya xwe de biçin.

Evîndarî û tirs li gel hev xweş in. Tirsa ji bo “Ez ê çawa têkilîyek baş ava bikim?” bi xwe re xweşîyê tîne. Tirsa bo “Evîndara min, min terk neke divê ez çi bikim?” têkilîyê saxlemtir dike. Tirsa “jîyanek baş bi hev re çawa tê avakirin?” jîyanê hîn xweştir dike.

Dilê evîndar divê netirse. Çawa ji evînê hezkir divê insan ji tirsê jî hez bike û bizanibe her duyan têxe jîyana xwe û ji bo jîyanek baş, qenc û saleh bijî…

 

 

İlginizi Çekebilir

Selîm Temo: Asîmîlasyon; Dîsa û Ji nû ve
Çiğdem Kılıçgün Uçar: Bu ülke HTŞ ile komşu olmayı kabul ediyor, Kürt halkıyla niye olamıyor

Öne Çıkanlar