Mihyedîn Nahrîn: Di Dîrokê De Îsraîl, Selahaddîn Eyyûbî û Kurd

Kurdi

B.Î. (Berîya Îsa) 3.000 sal berê, li ser axa Yahûdîyê bajarek tê avakirin û navê Salem an jî Jarusselam li bajar dikin. Kesên ku bingeha vî bajarî avêtine Cihû bi xwe ne. Ji alîyê kal û pîrên wan ve bi xwêdan û xwîna can bajarek ji xwe re çêkirine. 

Di belgeyên Împaratorîya Akadan de navê vî bajerê qedîm Urîsalem derbas dibe. 

Berîya Îsa pêxember mîrê navdar yê Cihûyan Dawid tevî leşkerên xwe dikeve bajarê Jarusselamê û vê derê ji bo mîrektîya xwe dike payîtext. Bajar di nava destên mîrektîyê Cihûyan de dest diguherîne.

Cara pêşî ji alîyê dîktator Sargon ve welatê Yahûdîyê tê talankirin û fermana Cihûyan radibe. Di dîrokê de cara pêşî sirgûna Cihûyan ji vî zemanî dest pê dike 

B.Î. 587an de Jarusselam ji alîyê dewleta Babîlîyan ve tê dagirkirin û kevir li ser kevir nahêlin. Her derî xira dikin û zulmeke mezin bi serê Cihûyan de tînin. Ji Cihûyan gellek tên kuştin û gellek jî têne sirgûnkirin. 

Di dewra Împaratorîya Romayê de welatê Yahûdîyê tê zeftkirin û ji alîyê Împarator ve, Hîradîs wek mîrê Yahûdîyê tê tayînkirin. Hem di dewra Roma de û hem jî di dewra Bîzans de bajarê Jarusselamê tê tamîrkirin û carek din ev bajar şên û geş dibe. Gellek Cihû di vê dewrê de carek din li welatê bav û kalan vedigerin.

Piştî rehmetkirina Pêxember Muhammed, ji alîyê misilmanan ve misilmantî bi hikmê şûr û zordarîyê hatîye belavkirin lê pêxember tu carî bi hikmê şûr û zordarî misilmantî belav nekirîye û herdem bi zimanekî şêrîn mirov dawetî misilmantîye kirine. 

Lê mixabin di dewra xelîfeyan de armanca pêşî xenîmet bû. Ji bo destxistina cihên tîcaretê fetîh hatine kirin. Yek ji wan cihên tîcaretê jî Jarusselam bi xwe bû û ev bajerî tîcaretê bi destên Xelîfe Emer û Selmanê Farisî ve tê bi destxistin. Piştî desteserkirina misilmanan navê bajar ber bi navê Qudsê ve tê guhertin.

Di dewra Emewîyan de zilma misilmanan dijmartir dibe. Îbadetxaneyên wan tên desteserkirin. Di vê dewrê de li vî bajarî Mizgefta Qubbetûs Sahra û Mescîdî Aqsa (sal: 702) tê çêkirin.

Ji alîyên Xaçperetan ve di dewra Papa Odo De Cahtilon Urbanus de Seferên Xaçperestî tên kirin û bajar bi temamî dikeve destên Xaçperestan. Xaçperest çi mizgeft û çi sînegog, her derî talan dikin. Ji bilî Dêran cihê îbadetxaneyan teva xira dikin. Fermana Cihû û Misilmanan radikin û wan tevan sirgûnî dîyarê xerîbîyê dikin. Li Qudsê Mîrektîya Latînî ya Xaçperestan ava dikin. 

Xaçperest, piştî desteserkirinê ji vî warî gotine Palastîne (Filîstîn). Navê Filîsîtîne ji alîyê xeyrîmuslîman ve hatîye lêkirin, berê Ereban ji vî warî re digotin Yahûdîye. Ex ax, axa cihûyan bi xwe ye. Ji kal û bavên wan ji wan re maye. Hz. Mûsa, Hz. Yakûp, Hz. Dawid û Hz. Yusif bi eslê xwe ji welatê Kenanê (Yahûdîye/Îsraîl) e.

Di dewra Selahaddînê Eyyûbî de ji bo rizgarkirina Qudsê bi Xaçperastan re li Hittînê şer derdikeve û Mîrê Kurda di herbê de bi ser dikeve. Bajarê qedîm ji destê zilmdaran rizgar dike. Mîr Selahhadînê El Kurdî vî bajarî ji nû ve restore dike û ji nû ve şên dike. Ji bo ku Cihû li axa xwe vegerin ferman derdixîne. Bi xêra Selahaddîn El Kurdî Cihûyên ku hatibûn sirgûnkirin carek din li bajarê xwe vedigerin. Êdî Cihû bi aramî jîyanê xwe li bajarê bav û bapîrên xwe di nava aşitî û azadîyê de bê tirs derbas dikirin.

Selahaddîn ji bo bajarê Qudsê û vê axê di fermanên xwe de digot “Arz-i Mewûd” yanî welatê Yahûdîyê. Selahaddîn hewqasî ji Cihûyan bi ewlê bû ku serbijîşkê wî Cihû bû. Ji şerê Hittînê heta niha ev mîrê hêja ji alîyê Cihûyan ve hatîye hezkirin û hîn jî tê hezkirin. Alîkarîya ku Selahaddîn û gelê wî ji Cihûyan re kirî kesekî nekirîye. 

Bila kes neyê xapandin! Selahaddîn bajarê Qudsê ji destê destên Xaçperastên rizgar kir ne ji destên Cihûyan. Bi polîtîkayên misilmanên sextê emanet neyên xapandin û wekî Selahaddîn navbera xwe û Cihûyan xweş bikin û li hev xwedî derkevin.

*****

Di nava pelên dîrokê de Kurd û Cihû timî li hev xwedî derketine û divê timî li hev xwedî derkevin jî. Di rojhilata navîn de hemû dewlet li hemberî Kurdan û Cihûyan dest dane hev. Hewceye ku em pişta xwe bi hev germ bikin.

Emanet neyên xapandin!

*****

Cihûyên bi xîret bi rêberîya Theodor Herzl fikrê dewletbûnê anîne ziman. Di sala 1948an de bi Deklarasyona Balfourê dewleta xwe ava dikin. Ji wê dîrokê heta niha dewletên rojhilata navîn ji wan re tim zehmetî derxistine. Lê di her zehmetî û şerê nû de Îsraîl hêza xwe xurttir kirîye û zora dijminê xwe birîye.

Niha Hamas û Îran bela xwe li Îsraîlê didin û zilmê li Cihûyan dikin. Di vî şerê nû de Îsraîl ji sedî sed mafdar e. Ji bo prastina dewlet û gelê xwe heta ji wan tê li ber xwe didin. 

Mixabin di vê jîyana derewîn de şer êdî karekî gelekî normal e. Di şer de çi bibe bila bibe lê bi her awayî divê însanên sîvîl bêne parastin û divê gel zerarê ji şer nebîne. Lê mixabin dema li daristinê agir dest pê kir darên kevnare û şitlê ciwan bi hev re dişewitin. Dewlet ji çi hev bikin bila ji hev bikin lê ez li dijî kuştina sivîla me. Divê sivîl daîma bêne parastin.

Wekî rêberê xwe Selahaddîn El Kurdî ez jî bi hevî û daxwazên xwe piştgirîya Cihûya dikim. Serkeftin tim para wan be. Bi xêra wan belkî mirovatî û pêşketin cardin li vê axê şîn bibe.

 

İlginizi Çekebilir

Rojava’da SİHA saldırısı: 2 kişi hayatını kaybetti
Körfez ülkeleri, olası İsrail-İran savaşında nasıl bir politika izleyecek?

Öne Çıkanlar