Mihyedîn Nahrîn: Di fêrbûna bendiya madde û ya teknolojiyê de rola sînemayê

Kurdi

Gelek dê û bav ji bo hêstên xwe ya bavîtî û dayîktiyî tatmîn bikin radibin zarokan çê dikin. Di serê pêşî de bi hebûna pitikê gelekî kêfxweş dibin. Pitik ji wan re dibe pêlîstokek. Bi wê şadibin jê re keyfa xwe tînin û ev yek têkiliya di navbera wan de qewîntir dike. 

Heta wextekî ev çîroka hezkirina pitikan dewam dike lê piştî wextek şûn de hem dê û hem jî bav hêdî hêdî xwe ji pitika xwe dûr dixin û pir naxwazin pê re eleqedar bibin. 

Hîn ji demên piçûk pitika xwe li hemberî televîzyon, telefon û kompûterê didin seknandin. Her dema pitik alozî derxist û girî teknolojiyê derdixin pêşberî pitika xwe. Ev rewş di zaroktiyê de jî dewam dike û heta balixbûnê jî didome. Dema zarok balix dibe êdî malbat hew bi zaroka xwe dikare.

Malbat pir bi zarokên xwe re eleqedar nabin. Ew hezkirina malbatê ya bê zînor bi demê re hêdî hêdî kêm dibe. Di rewşên wiha de zarok xwe bê qîmet hîs dikin. Ev bê qîmet bûn zarokan xemgîn dike. Zarok bêhtir bi teknolojiyê (televîzyon, telefon, înternet, lîstik…) ve tên girêdan. Teknolojî bêhna wan fireh dike û bi saya teknolojiyê hevalên (ji medya civakî) nû ji xwe re çê dikin.

Malbat ji bo pir li ser zarokên xwe nasekinin ev zarok bêhtir dibin bengiyê teknolojiyê. Bengîtiya teknolojiyê di dema ya îroyîn de wek nexweşî tê dîtin û ji bo çareserkirina wê sazî û dewlet bi hev re tevdigerin.

Zarokên ji hezkirina malbatê dûr ketine didin pey hezkirinekê û lê digerin. Di vir de meraq û qedexekirin jî rolek mezin dilîze. Qedexebûna bengiya madde meraqa zarokan dikşîne ser xwe û ji bo meraqê gelek caran zarok dest bi maddeyan dikin. Gelek caran cihê ku li dijîn an jî hevalên zarokan wan dixin rêya bengiya maddeyê. Zarok ji bo naxwazin xwe ji hevalên xwe qut bikin û di nava koma hevalên xwe de bêne qebûlkirin îkrama hatî (cixare, alkol, narkotîk…) qebûl dikin û dibin bendeyê maddeyan.

Di vir de rola herî mezin ya mezinên (dê, bav, bapîr, dapîr, met, xal, ap, xaltî…) zaroka ye. Divê malbat bi baldar bin. Divê ji zarokên xwe tim hez bikin û bi wan re eleqedar bin. Divê hevalên zarokên xwe nas bikin û heger malbata zarokan jî nas bikin dê baştir be. Di derheqê bengiya maddeyan de divê zarok bêne perwedekirin.

Li ser teknolojiyê malbat pirî caran şaşiyan dikin. An temamî zarokan diavêjin hembêza teknolojiyê an jî bi temamî teknolojiyê ji holê radikin. Her du jî şaş in. Divê em zarokan ne li gorî dewra xwe divê em zarokan li gorî dewra wan mezin bikin. Bila bi teknolojiyê emel bikin lê bila bi sînorkirî be. Bernameyên ewlehiya zarokan û yên kontorola mezinan têxin hundirê alavên di desetên zarokan de û wan bi van bernameyan biparêzin û kontrol bikin.

Ji bo pirsgirêkên zarokan bêne çareserkirin gelek caran pêdiviya dê û bavan bi profesyonelan çê dibe. Lê hin dê û bav vêya wek kêmasî dibînin û alîkariyê naxwazin. Tena serê xwe dixwazin çarser bikin. Ev yek ne rêyek dirist e û bi talûke ye.

Divê neyê jibîrkirin her zarok potansiyelek wan ya xirabiyê heye. Heger meriv zû mudaxale neke îhtmal heye ew zarok av bi av here. Lewma ti carî nebêjin: “Keça/kurê min vê yekê nake”. Li dibistanan em leqayî gelek dê û bavên wisa tên. Sûcê zarokên xwe qebûl nakin. Piştî salek şûn de jî ew dê û bav xwe diavêjin ber lingê me û lêborîna xwe ji mamosteyan dixwazin. Lê mixabin gelek caran dereng dimînin.

Mudaxale çiqasî zû bê kirin hewqasî baştir dibe. Lewma di cihê hûn zehmetî dikşînin de bi mamosteyên zarokan re bikevin têkiliyê û li gorî rewşa zarokan hûn dikarin ji kesên profesyonel jî alîkariyê bixwazin.

Sînema li ser pirsgirêkên însan û jiyanê ji xwe re bingehê ava dike. Her wiha pirsgirêkên bengiya maddeye û bengiya teknolojiyê dibin mijara sînemayê. Sînema vê rewşê bê tirs û bi objektîfên derhênerên cuda cuda tîne li ber çavên însanan radixîne. Bi her awayî van her du mijaran ji xwe re dike senaryo. Kesên dibin bengiyê wan dikevin çawa dikevin vê reşê û çawa dikarin xwe jê rizgar bikin yek bi yek li ber çavên temaşevanên xwe eşkere dikin. Dema hûn van xebatên sînemayê temaşe bikin dê gelekî bandor li we bike û bi saya wan xebatên hûn ê bikaribin xwe û derdora xwe ji wan xirabiyan biparêzin.

Fîlm: Black Mirror

Blac Miror rêze-fîlmekî înglîza ye û li Îngilistan hatiye kişandin. Di sala 2011ê de dest bi weşane kiriye û di sala 2019an de rêze-fîlm qedandine. Bi tevahî ji 23 beşan pêk tê. 

Her beş tena serê xwe mijarek e û têkiliya beşan qet bi hev ve girêdayî nîn e. Hûn dikarin ji serî ji navê an jî ji dawiya temaşa rêze-fîlmî bikin.

Ev rêze-fîlm di hemû beşên xwe de aliyê tarî yê teknolojiyê nîşanî temaşevanên xwe dide. Rexneyên tûj û reş li teknolojî û tevgerên însanan dike.

Fîlmên tewsiye:

Nav -Derhêner

-Çêker

Senarîst -Lîstikvan

-Dengvan

Sal -Wext

-Beş

Temen
Black Mirror Barney Reisz Charlie Brooker, Carl Tibbetts… Daniel Lapaine, Hannah John-Kamen… 2011

2019

23 b.
Disconnect Henry Alex Rubin Andrew Stern Jason Bateman, Jonah Bobo… 2012 1 s.

55 d.

Nerve Henry Joost Jeanne Ryan Emma Roberts, Dave Franco… 2016 1 s.

36 d.

The Circle James Ponsoldt James Ponsoldt… Emma Watson, Tom Hanks… 2017 1 s.

50 d.

Interstate 60: Episodes of the Road Bob Gale Bob Gale James Marsden, Gary Oldman… 2002 1 s.

56 d.

Sid and Nancy Alex Cox Alex Cox… Gary Oldman, Chloe Webb… 1986 1 s.

52 d.

Drugstore Cowboy Gus Van Sant James Fogle Matt Dillon, Kelly Lynch… 1989 1 s.

41 d.

Requiem For A Dream Darren Aronofsky Hubert Selby Jr. Ellen Burstyn, Jared Leto.. 2000 1 s.

42 d.

You’ve Got Mail Nora Ephron Miklós László… Tom Hanks, Meg Ryan… 1998 1 s.

59 d.

Trainspotting Danny Boyle Irvine Welsh Ewan McGregor, Ewen Bremner… 1996 1 s.

33 d.

 

İlginizi Çekebilir

İsrail’de orman yangını: Uluslararası yardım talep edildi
Gazeteci Ümit Özdal yaşamını yitirdi

Öne Çıkanlar