Mihyedîn Nahrîn: Di fêrbûna hurmetê de rola sînemayê

KurdiYazarlar

Meriv nikari ji her kesî hez bike û însan ne mecbûr in ji her kesî hez bikin. Lê meriv dikare ji her kesî hurmet bigre û însan mecbûr in ji her kesî re hurmetê bigrin. Hurmet nebe jîyana civakê tev diherime û kaos derdikeve meydanê.

Em însan kollektîf dijîn û em mecbûr in nêzî hev an jî bi hev re di hundirê sînorekî de bijîn. Her însan bi karakter û bi mîzaç ji yên din cuda ye û qet naşibin hev. Lewma pirî caran di navbera însanan de tiştên nexweş diqewimin. 

Ji alîyê fikrî ve em gelek caran ji hev cuda difikirin û em ne mecbûrê fikrekî an jî rêyekê ne. Her kes li ser fikrê xwe û li ser rêya xwe azad e. Car carna rê û fikirên me li hev dikevin. Ev rewşek normal e. Ji bo nexweşî û zehmetî peyda nebin divê di her şert û mercî de em ji hev re hurmetê bigrin. Dema hurmet rabû nexweşî û zordarî derdikeve. Nexweşî û zordarî zerarê dide her kesî. Lewma ji bo însan zerarê ji hev nebînin divê ji hev re hurmetê bigrin.

Di zarokatîyê de divê mezinên zarokan wan ji bo dahatûyê amade bikin. Divê mezin li ser girîngîya hurmetê bisekinin. 

Bi zor û zehmetî meriv nikarê tiştekî hînî zarokan bike lewma divê mezin ti carî bi zor û zehmetî hurmetê nîşanî wan nedin. An jî bi darê zorê û bi tirsê zarok bila hînî hurmetê nebin. Ew hurmeta bi darê zorê tê nîşandayîn dema zorî ji holê rabû dê hurmet jî bi xwe re ji holê rake.

Hezkirin û hurmet li gel hev in. Bi hezkirin hurmetê nîşanî zarokan bidin. Zarokên bi hezkirin fêrî hurmetê bûyî heta dawîya emrê xwe dê hurmetê ji her candarî (însan, heywan û xweza) re bigre.

Heger hûn bixwazin zarok hurmetê bigrin serê pêşî divê hûn hurmetê ji zarokên xwe re bigrin û bi zimanekî şêrîn hurmetê nîşanî wan bidin.

Emrê wan biçûk an jî mezin be bihêlin bila ew jî gotina xwe bêjin. Hurmetê ji wan re û ji fikirê wan re bigrin. Heger hûn rê li ber wan bigrin û hûn hurmetê nedin fikra wan dê ew jî di nava xwe de nakokîyan bijîn û dê tovên kînê di nava dilê wan de şîn be. Li şûna tovê dilxirabîyê şîn bibe bi dest û tevgerên xwe tovên hurmetê di dilê zarokan de biçînin.

Di malê de, li mektebê, li derve, di nava hevalan de û li ser kar heger di navbera însanan de hurmet hebe dê bê pirsgirêk her tişt wekî otomasyonê bi rêk û pêk bimeşe. Lê dema we hurmet ji holê rakir wê demê her tişt dê xira bibe û dê nexweşî û zehmetî derkeve meydanê.

Sînema di her qadê de xwe nîşanî me dide. Di alîyê hemû jîyanê de bi perspektîfên cuda bûyeran nîşanî me dide. Yek ji wan qadê ku fîlm li ser hatî kişandin hurmet e. Sînema di hemû alîyan de girîngîya hurmetê derdixe pêşberî me. Çi li kar, çi li malê û çi di navbera hevalan de… 

Di sînemayê de pirî caran li ser hurmetê hatîye seknandin. Herî bêhtir di fîlmên Super Heroyan (Lehengên Super) de têgeha hurmetê derdikeve pêşberî me. Ji bo her lehengek xwedî taybetîyek cuda ye xwe ji yên din zanatir û bi qewettir dihesibîne. Dema pirsgirêkek derdikeve pêşîya her kesî ew dixwaze wê pirsgirêkê çareser bike. Lê di fîlman em dibînin ku çiqasî leheng bi qewet be jî tena serê xwe nikarin pirsgirêkê çareser bikin an jî nikarin zora dijmin bibin. Nêzî dawîya fîlm hemû li hev kom dibin û li ser meseleyê bi hurmet bi hev dişêwirin û li gorî fikirên hatî gotin jî planên xwe çê dikin û di dawîyê bi ser dikevin.

Gelek caran fîlmên Super Heroyan biçûk tên dîtin an jî tênê wek fîlmên kêfxweşîyê tê dîtin. Lê ev fîlm ne wisa ne gelek tiştan fêrî zarok û mezinan dikin. Bes hûn bi nerînek cuda û bi objektîf li fîlm binerin hûn ê peyama fîlmî baş fam bikin.

Fîlm: Smurfs

Ev xêze-fîlm di kurdî de bi navê Şînok hatîye zarvekirin. Hema bêje ji dema hatî çêkirin heta niha tim hatîye temaşekirin.

Şînok li gundê xwe dijîn. Her yek ji wan bi karekî re mijûl e û tim alîkarîya hev dikin lê heta ji wan tê karê hev zehmet nakin û rê li ber hev nagirin. Hemû Şînok di rêveberîya Bav Şînok de dijîn. Dema pirsgirêkek derdikeve ew pirsgirêk ji alîyê Bav Şînok û Şînokên niştecih ve tê çareser kirin. 

Hemû Şînok ji hev re hurmetê digrin. Girîngîyê didin fikrê hev. Alîkarîya hev dikin û bi alîkarîya Bav Şînok jî xwe ji dijminê xwe diparêzin. Ya ku wan serfiraz dike hurmetdayîn e û hurmet li gel xwe ji wan re bexytewarîyê tîne.

Fîlmên tewsîye:

Nav -Derhêner

-Çêker

Senarîst -Lîstikvan

-Dengvan

Sal -Wext

-Beş

Temen
Inside Out Pete Docter Pete Docter, Ronnie Del Carmen… Amy Poehler, Bill Hader… 2015 1 s.

35 d.

The Avengers Joss Whedon Zak Penn Scarlett Johansson, Robert Downey Jr… 2012 2 s.

23 d.

Avatar: The Last Airbender Michael D. DiMartino John O’Bryan Dee B. Baker, Zach T. Eisen.. 2005

2008

62 b.
Scooby Doo Where Are You Joe Ruby, Ken Spears… Joe Ruby, Ken Spears… Don Messick, Casey Kasem… 1969

1970

25 b.
Ice Age Chris Wedge David Silverman… Jack Black, John Leguizamo… 2002 1 s.

21 d.

İlginizi Çekebilir

Temel Demirer: Narkopolitik Ve Beşeri Sonuçları
Açığa alınan polis müdürlerine ‘’terörle mücadele’ baskını

Öne Çıkanlar