Mihyedîn Nahrîn: Dil Muptela ye lê Evîn Bela ye

Kurdi

Kontrola dil ne di destê meriv de ye.

Dil ti carî bi gotina aqil nake.

Lewma şerê di navbera dil û aqil de şerê herî kevnare yê dîrokê ye.

Ji dema însan heyî heta niha ev şer berdewam dike.

Di vî şerê qedîm de kêm caran aqil bi ser dikeve lê piranî serdestî ya dil e.

*****

Meriv timî di navbera dil û aqil de dimîne.

Rêya rast kîjan e meriv nizane.

Herçiqasî aqil bixwaze rêya rast nîşanî meriv bide jî em diçin bo gotina dil dikin.

Rêya dil, ji meriv re şêrîn û xweş tê.

Ji bo piçek kêfxweşî meriv temenekî xerc dike.

Ji bo du çavên reşbelek an jî ji bo şerbeta lêva em dikevin ser şopa dil û berê xwe didin warê evînê.

*****

Mem Ararat evînê pîroz dibîne û dibêje: 

Min got em çîyayî ne

Evîn pîroz e li ba me”

Lê bi min evîn tiştekî pîroz nîn e.

Ya evînê pîroz dike şexsîyet e. Ger şexsîyet nekemilîbe evîn diherime û ji bo însanan dibe dojeh. Kesên xwedî şexsîyet evîna herî xweş dijîn û jîyan ji bo wan dibe bihuşt.

Di dilê pak de evîn pak dimîne û bi qîmet dibe.

Di dilê qirêjgirtî de evîn diherime û qîmetê wê namîne.

*****

Sînora dil nîn e.

Dil mixabin ji herkesî hez dike.

Ji qencan jî û ji neqencan jî.

Ji dilpakan jî û ji dilqerêjan jî.

Bayê evînê li herkesî dixe û ji bo demekê herkesî difirîne.

Piştî firînê hin caran wan li erdê dixe û hin caran wan derdixîne asta herî jor.

*****

Dil dibe muptela û dikeve rêya evînê.

Lê hertiştê muptelayî baş û xweş nîn e.

Hin caran dibe agir û meriv dişewitîne.

*****

Agirê evînê mîna agirê pûş e.

Bi carekê vêdikeve û zûzûka ditemire.

Piştre ya mayî û evînê xweş dike şexsîyet, hurmet û bawerî ye.

Ger ev her sê tişt li ba evîndaran hebin jîyanek xweş dibe para wan.

Lê dema ji van her sê tişta tavîz hate dayîn jîyan diherime û evîn, mirovan di dojeha xwe de dişewitîne.

Piştî şewatê jî vê carê em ê ji Mem Ararat  berê xwe bidin Berfîn Aktay (stran ya Hozan Hemîdo ye):

Êdî naxwazim te bibînim

Heznakim tu bê bîra min

Te agir berda dilê min

Tu nizanî ez dizanim

*****

Evîn di eslê xwe de şewat e û şewata evînê me terbîye dike.

Bi saya êş û şewatê em dibin xwedî tecrube.

Bi saya wê ji asta xavîyê em derbasî asta kamilbûnê dibin.

Bê evîn jîyan nabe û di jîyanê de meriv şa nabe.

Evîn e, ya her tiştî xweş û rengîn dike.

Binerin Baba Tahir çi dibêje ji bo dilê bêevîn:

Dilê bê eşq, biçilmise çêtir e

Kesê bê derd eger bimire çêtir e

Canê ne sabit e l’ser rîya eşqê

Zerre zerre bikizire çêtir e

 

İlginizi Çekebilir

Fikret Başkaya: Ya kapitalizmin sonu ya da insanlığın ve uygarlığın sonu…
Tel Aviv Haniye suikastını beş ay sonra üstlendi

Öne Çıkanlar