Mihyedîn Nahrîn: Efendîno, Bela Xwe li Zarokan Nedin!!!

Kurdi

Zarok hêza jîyanê ne.

Zarok fêkîyê bihuştê ne.

Zarok xweşî û aramîya malê ne.

Bê zarok ne çand, ne bawerî, ne netew û ne jî dewlet dikarin li ser pîyan bisekinin.

 

Lê zarok ne koleyê we ne.

Zarok ne xizmetkarê we ne.

Zarok ne malê we ne.

Wekî Xelîl Cîbran jî gotî: “Zarok ne zarokê we ne, ew pêşeroja jîyanê ne.”

***** 

Gelek jin û mêrên nezan bi nezantî dizewicin.

Nizanin ji jîyanê çi dixwazin.

Piştre jî dîsa bi nezantî û cahiltî ji bo hêstên dê û bavîtî radibin zarokan tînin dinyaya derewîn.

Hin caran jî di bin bandora dewlet, bawerî, netew, civak û malbatê xwe de dimînin û ji bo daxwazên wan pêk bînin zarokan tînin dînyayê.

Hin caran di zewacê de jin û mêr li hev nakin. Ji bo li hev bikin û li hev werin zarokan çêdikin. Di rewşên wisa de zarok di agirê dê û bavê xwe de dişewitin.

Ew kesên cahil û nezan tiştekî ne ji jîyana xwe fam dikin ne jî dikarin feydeyekê bidin zarokên xwe.

Zarokên wan di agirê cahiltî û nezantîya wan de mixabin dişewitin.

Cahiltî û nezantîya wan (dil dixwaze bêje “ehmeqîtî” lê mixabin sansûr nahêle) jîyana zarokan diherîmine.

 

***** 

 

Dê û bavên mejîyê wan bi qasî yê zarokan nake dibin xwedî zarok.

Ew kes nikarin zarokên xwe mezin bikin. Nikarin wan terbîye û perwerde bikin.

Ji ber vê yekê kesên din yên dilxirab gelek caran ji nezantî û cahiltîya wan îstîfade dikin û zerarê didin zarokan. Gelek caran jî bi zanabûn dê û bav zararên pir mezin bi destê xwe didin zarokan.

 

***** 

Di hundirê malbatê de an jî li derve divê zarok bêne parastin.

Divê malbat, bawerî û dewlet li ser vê yekê alîkarîya zarokan bikin. Di polîtîkayên perwerdeyê de divê ev mijar bêne qalkirin da zarok leqayî zehmetîyan nebin an jî dema leqayî zehmetîyan hatin bila bizanibin xwe biparêzin.

***** 

Zarok guneh in.

Zarok nikarin xwe biparêzin.

Lewma parastina wan dikevin ser milê me teva. Lê ewil malbat, bawerî û dewlet lazim e zarokan biparêz in. Ji bo parastina wan divê norm bêne derxistin. Ji bo vê yekê divê em hemû wezîfeya xwe bikin.

Mela divê li mizgefta qala mafê zarokan û parastina wan bikin.

Dewlet li cîyê perwerdeyê li ser vê meseleyê perwerde bide malbat û zarokan. Divê ji wan re qala girîngîya mafê zarokan û parastina wan bê kirin.

Sazîyên sîvîl û yên sîyasî li her derî ji bo civak bê hişyarkirin divê çalakîyan li dar bixin.

Malbat di hundirê malbatê de û li derve bi her awayî divê zarokên xwe ji nêz ve bişopînin û mafên biparêzin. Li ser mafê zarokan û xweparastinê, zarokên xwe perwerde bikin. Divê neyê jibîrkirin perwerdeya ewilî ji malbatê dest pê dike.

***** 

 

Meseleyeke girîng ya din jî heye.

Mixabin di nava civakê de kesên pedofîlî pir in. Lewma li ser tacîz û tecawizê divê malbat hişyarbin.

Gelek caran ev tiştên sosret di hundirê malê de diqewimin. Ji ber vê yekê divê hem di hundirê malê de û hem jî li derve zarok bêne parastin.

Li ser van meseleyan divê zarok bêne hişyarkirin. Kîjan nêzîkbûn normal û kîjan nêzîkbûn dilxirabîye bi zimanekî eşkere divê bê qalkirin. Di laşê meriv de kîjan alî cîyê taybet e û kîjan alî taybet nîn e yek bi yek divê bê ravekirin. Di rewşek anormal de divê çawa zarok bertekê nîşan bidin her tişt ji wan re bê gotin da bikaribin xwe îfade bikin û biparêzin.

 

***** 

Efendîno, zarok ji we ne lê bi temamî ne yê we ne.

Zarok ti carî ne mal û milk in. Ew jî wekî we û wekî me însan in û xwedî maf in.

Mafê herî pîroz jî mafê jîyanê ye. Kesek nikare mafê jîyanê ji yên din bistîne.

Bi ti awayî heqê we li ser jîyana zaroka nîn e û hûn nikarin heqê wan binpê bikin.

***** 

 

Çêkirina zarokan rehet e lê mezinkirina wan pir zehmet û dijwar e.

Heger hûn nikaribin bikevin bin vî barî de ji kerema xwe zarokan çênekin.

Zarok ne pêlîstoka we ne.

Zarok ne mesîhê jîyan û zewaca we ne.

Heger hûn nikaribin jîyana xwe têxin bin kontrolê û nikaribin birêve bibin ji kerema xwe zarokan çênekin.

Ji bo hêstekê an jî bo dilşakirina kesên din zarokan nekin alav.

 

***** 

 

Heger hûn bi kêrî dê û bavîtîyê nebin ji kerema xwe zaroka çênekin.

Bela xwe li zarokan nedin.

Neheqî û zilmê li zarokan nekin.

Jîyana wan nehrimînin…

 

İlginizi Çekebilir

Gazze’de 625 bin çocuk bu yıl da okula gidemiyor
Scholz: Ukrayna barış görüşmelerine Rusya’nın da katılması gerekir

Öne Çıkanlar