Hal û elametên evînê pir in. Zarok, ciwan, extîyar, aqilmend û kêmaqil tev de bi van tiştan dizanin. Evîndar bi hal û tevgerên xwe, xwe li her derî didin nasîn. Kesên li hemberî wan bi rehetî dê jê derxe ku ew kes evîndar in.
Elameta pêşî ev e: dema yar li hember be kûr û dûr ji alîyê evîndar ve tê temaşekirin. Ger yar derbas bibe û biçe jî evîndar hîn di xeyala xwe de yarê temaşe dike. Heta însanek wan neîne ser hişê wan dê wisa bi saeta di nav xeyalan de bimînin. Cizîrî li vir şaş derdikeve (xweş dibin ma ew bi dînê), dîtina yarê însanan bi kelacenî dikê û evîndar pê kêfxweş dibin. Çav pira evînê ye. Çav dibînê û dil bi rêya çav dibe muptela û dibe evîndar.
⚓
İnsan sirrê xwe yê veşartî tenê ji dilberê re dibêje. Di axaftinê de çi bê gotin, gotin çiqasî beredayîbin jî ji can û dil ji alîyê evîndar ve tê guhdarîkirin. Ger yar derewan jî bike ji evîndar re xweş tê. Ger bizaniba dilber xeta kirîye dê evîndar ji bo wê di mehkemê de alîkarîya wê bike û dê bibe şahidê wê. Evîndar di evînê de dibe bende û bende tim xizmeta serdestê xwe de ne. Evîndar tim bende ne û yên tên hezkirin jî tim serdest in. Lewma çi şaş û çi rast evîndar timî xizmetkarê yarê ne.
⚓
Evîndar ji bo xwe bigihînê yarê herdaîm zûzûka karê xwe dike da xwe zû bigihîne cem yarê. Ji bo gihaştina yarê kar û barê di destê xwe de sist dike. Lê dema diçe cem yarê naxwaze dem biherike. Dema dem diherike û wext temam dibe naxwaze ji yarê dûr bikeve û dilê evîndar naxwaze destûrê ji yarê bixwaze.
Insanê herî qesîs jî dema evîndar dibe li ber mal û milkê dinyayê nakeve. Kesê evîndar hemû mal û milkê xwe di rêya evînê de xerc dike. Di rêya evînê de gelek qesîs bûne comerd, gelek cehş bûne canik û camêr, gelek însanên nezan bûne zana… Extîyar cardin ciwan dibin bi saya evînê. Gelek însan li ser rêya rast di rêya evînê de ketina rêya şaş, ji yek ji wan kesan jî Şêxê Senan e.
⚓
Evîndar dixwazin evîna xwe veşartî bijîn lewma di nav gel de an jî li cîyên qelabalix nayên ba hev. Dixwazin gotinê xwe tenê ji hev re bêjin û bi hev re tamê ji jîyanê bigrin. Evîndar dema tenê dimînin çav bi çava dikevin û agir bi pûşê dil dixînin. Destê wan li hev dikevin û şerbata leva ji dilekî derbasî dilê din dibe.
⚓
Evîndar tim navê yara xwe zikir dike. Di her wextî û di civatê de behsa wê dike zewq û keyfa mezin ji vê yekê digire. Tiştek din bala evîndar nakişîne. Hewqasî behsa yarê dike êdî nikarê mijarekê veke û civatê bigerîne. Aqil, ziman û guhê evîndar tenê ji bo yarê xizmetê dikin di rewş û mijarên din de aqil kor, ziman lal û guh ker dimînin.
Dema behsa yarê bê kirin xwarin û av di qirika evîndar de asê dimîne. Dema navê wê derbas bibe ji eşqan difire.
⚓
Evîndar ji tenêtîyê hez dikin, pirî caran derbasî înzîvayê dibin û di înzîvayê de ji bo yara xwe dikevin nav xewn û xeyalan. Evîndar ji alîyê laşî ve ne nexweş be jî roj bi roj zeîf dibin û ji ber dûrbûna yarê bêhal dikevin. Evîndar ji meşê hez dikin lê dema dimeşin jî tena serê xwe dikevin rê û di rê de tenê yarê difikirin. Dema di rê de nas an jî hogirek silavê lê bike wan ne dibihîse û ne jî dibîne.
⚓
Evîndar ji şevê hez nakin. Şev hepsa evîndara ye. Di bêdengîyê şevê de herkes razaye û ketîya nava xewnan. Lê evîndar bêrazan her daîm di nava xewnan de xwe jibîra dikin. Heta roj lê bê der evîndar xwe di nava xeyalan de jibîra dike. Cegerxwîn di helbesta (Agirê Evîndarî) xwe de wisa behsa zehmetîya şevê dike:
Şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo
Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo
Xanî bûye zindan tê de ranazim
Ta sipîdê qîr û nalîn û tew tê lo
Helbesta Seydayê Cegerxwîn piştre ji alîyê Aram Tîgran ve jêre bestê tê çêkirin û wek stran di nava gel de belav dibe. Di nava civakê de ev helbest bi navê “Şev Çû” belav bûye.
⚓
Evîndar ji malbata xwe bêtir ji malbata yara xwe hezdikin. Ji malbata xwe bêtir alîkarîya malbata yarê dikin. Ji berê de gotine:
– Tu ji ku derê yî?
– Hîn ez nezewicî me.
Evîndar dibe bendeyê mala xezûr û xesûya xwe. Ji bo xwe ji yara xwe re bidin çêkirin û xwe bidin şêrînkirin navbera xwe û malbata yara xwe baş dikin.
⚓
Dema dil evîndar dibe nerm û hestîyar dibe. Ji ber hestîyarîyê jî hestir ji çavên evîndaran bi rehetî têne xwarê. Hin kes bi rehetî dikarin hestiran ji çavan birijînin lê hin kes jî ji ber hin sedemên dêrûnî ji çavên wan hêstir ti carî nabarin. Xêro Abbas di strana xwe de digot:
Hestir ji çavên min têne xwar dilo
Wek xunava wê biharê dilo
⚓
Hin caran di nava evîndarande bawerî zeîf dimîne. Herçiqasî tiştekî baş nebe jî ev rewş elemateke evîndarîyê ye. Evîndar hin caran ji gotinê hev bawer nakin û di wan gotinan de li wateyeke din digerin. Ji ber vê rewşê jî gotin şaş tê famkirin. Evîndar lemwa ji hev dikevin şik û gûmanan.
⚓
Evîndar her hal û tevgerê yara xwe jiber dikin. Tiştên bi mantiq û bê mantiq ji alîyê mêjîyê evîndar ve têne qeydkirin. Bes bila mijar yar be wê demê mêjî her tiştî yek bi yek diavêjê lênûska xwe. Kesê evîndar ji ber vê yekê ji bo yarê pir bi eleqadar in. Kesê di jîyanê de bêxîret jî dema evîndar dibin dibin xwedî xîret, kesê tişta jibîr dikin dema mesela dibe evîn tiştekî jibîr nakin.











