Mihyedîn Nahrîn: Esasên Evînê…

Kurdi

Dema gîyanê wekhev tên ba hev li gorî nêzîkbûnê di navbera wan de evîn şîn dibe. Herçiqasî gîyanê evîndar bişibin hev evîna di navbera wan de jî hewqasî xurttir dibe. Gîyanê evîndar çiqasî dûrî hev bin hewqasî nexweşî û alozî dertê meydanê. Evîndarî di gîyan de diqewime û dikemile.

Di Qur’ana Pîroz de, di Sûreyê A’raf de (Ayet:189) Rebbê Alemê wisa dibêje: “Ew Xweda ye, yê ku hûn ji yek nefsê çêkirine û wê jî hevjîna we çêkirîye da ku bi bal ve vehewe.”

Di dema afirandinê de Xweda em ji yek nefsê û ji yek laşî çêkirinê. Lewma Adem û Hewa di eslê xwe de heman laş û gîyan in. Ji ber vê yekê Adem bi carekê evîndarê Hewayê dibe û Hewa jî bi heman awayî evîndarê Adem dibe.

Di zanînê de tiştên dijberî hev, hevdu dikişînin û dijberan tînin ba hev. Tiştên wek hev jî hevdu tehf didin û ji hev dûr dikevin. Ev rewş di miqnatisan de bi awayekî eşkere dixwîye. Miqantis ji du perçeyan pêk tên: perçeyê bakur û yê başur. Her du perçe wek hev bin ji hev dûr diçin lê dijberî hev bin wê demê jî nêzî hev tên û bi hev ve dizeliqin. Hin caran evîn di navbera kesên dijber de çêdibe û evîndar xwe di nava evîneke mezin de dibînin. Lê ev rewşa miqnatisan ji bo însanan talûkeyek mezin bi xwe re tîne. Herçiqasî despêka evînê xweş be jî piştre zor û zehmetî dertê meydanê. Ji bo gîyanê wan ne nêzî hev e evîna di navbera wan de roj bi roj wan bi jehrî dike. Roj bi roj dibin dijminê hev.

Ji bo evînek baş insan çiqasî nêzî hev bin û bişibin hev evîna wan û jîyana wan ewçend bi lezzet dibe.

Di fîlmê Silver Linings Playbook (2012) de mamosteyê dîrokê Pat Salitano (Bradley Cooper) travmayekê dijî. Travma jîyana wî serobino dike. Pat ji bo jîyana xwe bike pak vedigere mala dê û bavê xwe. Rojekê ji bo xwarinê Tiffany (Jennifer Lawrence) tê malê. Di navbera Pat û Tiffany de hêdî hêdî evîn şîn dibe. Sedema evînê jî gîyan û şexsîyeta wan nêzî hev e, ji bilî vê yekê êşên wan jî dişibin hev. Dema du insan bişibin hev di navbera wan de îhtîmalek mezin heye ku evîn derkeve meydanê.

Di meseleya evînê de ger xweşikbûnîya cemalî hebûya mirovên kirh dê di mal de bimana û dê qet evîndar nebûna. Lê di evînê de ya esil ne bedewîya laş e, ya esil bedewîya gîyan e. Ji bo bedewbûna gîyan mirov tên ba hev û dibin evîndar. Xweşî di bedewîya laş de nîn e, xweşî di bedewbûna gîyan de heye.

Evîndarî curbecur e. Ji bo gelek sedeman insan evîndar dibin û cureyê evînê pir in. Hin kes ji bo heman armancê evîndar dibin, hin kes bi carekî evîndar dibin, hin kes ji bo menfîetê (pere, statû, zarok…), hin kes ji dostanîyê derbasî evîndarîyê dibin, hin kes di nava xwedîyan de leqayî evînê tên, hin kes ji bo şehwet û meyla cinsî evîndar dibin….

Di evîndarîyê de xalên girîng gelekî bi qîmet in. Çiqasî dilber û dildar nêzî hev bin û bişibin hev evîna di navbera wan de hewqasî geştir dibe. Xalên girîng çiqasî kêm bin evîna wan mîna agirê pûş bi carekî ditemire. Dema agirê evînê temirî wê deme aramî û xweşî ji dest diçe. Ji bo sedemên pûç û vala evîndar dikevin nîqaşê, nîqaşa di navbera wan de bi xwe re jî malwêranîya wan tîne.

Evîndarî agirê dil e. Di hundirê dil de veşartîye. Kengî leqayî şirîkê xwe bê wê demê pê dikeve û geş dibe. Evîndarî eynî mîna kevirê agir e. Kevirê agir, di hundirê xwe de agir dihewîne. Dema du kevir gihatin ba hev û li hev ketin wê demê jê çirûskek dertê ji çirûskê jî agir dertê meydanê. Dema du insan jî bêne ba hev agirê di dil de veşartî pêdikeve û evîn dertê meydanê.

 

İlginizi Çekebilir

Silikon’a Münih’ten rakip geliyor: Isar Vadisi
Rusya: Ordumuz taarruza hazırlanıyor

Öne Çıkanlar