Mixabin dîrok dîroka neheqî, hovîtî û zilimkara ye. Tu carî pergal ji destên wan dernektîye û ew destên wan yên bi xwîn tu carî ji xwînê paqij nebûye. Dîroka bi êş wê vana jî binivîse. Herkes wê di nav pelên dîrokê de cihên xwe yan bi xirabî yan jî bi başî wê bi destên xwe dîroka xwe binivîse.
Karl Marx ji berê de gotibû: “Dîrok xwe her dem dubare dike, cara pêşî trajedî û cara duduyan komedî ye”. Mixabin me dît û me xwend çi hatîye serê me, mixabin em dibînin çi tê serê me, mixabin em fam dikin wê çi bê serê me… Em bi çavên xwe dibînin û mixabin ev destên me nikarin tu tiştî bikin li ber vê zilma hovana ji bilî nivîsandina vê nivîsê.
Qurana Pîroz dibêje: “Piştî her nexweşîyê xweşî tê, bi sebir bin hûn ê jî bighîjin xweşîyê” (Înşîrah Ayet 5-6). Belê gotina pîroz wiha dibêje ji me re lê rastîya jîyanê tiştekî din ji me re eşkere dike û ew jî dijê vê yekê ye. Gelek mirov ji bo xweşî û pêşketinê xwe bi serokan (serokên olî û yên sîyasî) ve girêdidin
û benê xwe dixin destên wan lê mixabin ev serok bêtir mala mirovan xira dikin.
Wekî Cegerxwîn gotî: “Evên bûn rêberê me/ Çi anîne serê me/ Dirust nakin evînê/ Bêmirês dikin civînê”. Ne Mesîh dikare me xilas bike û ne jî serokên din. Tenê em dikarin xwe xilas bikin tenê em…
Di vê jîyanê de qelenê wekhevî, aşitî, azadî û edaletê pir dijwar e. Lê çiqasî zehmet be jî hewqasî jî di hundirê wan de xweşî jî heye. Em ê tu car dev ji van mafên mirovatîyê bernedin û timî em ê mafên xwe biqîrin belkî guhên Xwedayê dilovan biteqe û dengê me bibihîze.
Gelek hebûn, gelek hene û gelek jî tên lê mixabin ev erdnigarîya dijwar û lanet nahêle zarok, heval û malbata me keyfek ji dinê bigre. Zarokên me, hevalên me û malbata me li ber çavên me têne kuştin lê mixabin bi qasî mirovekî li Filîstîn, Mymmar û Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê (USA) dengê wan nayê bihîstin.
Hin ji bo Kurdî diaxivin lêdanê dixwin (Ekrem Yaşli). Hin ji bo guhdarîkirina kilama Kurdî tên kuştin (Bariş Çakan). Hin ji bo fîta Kurdî lêdanê dixwin (Apê Mûsa). Hin ji bo Newrozê tên kuştin (Kemal Korkut). Tenê sedemek vê yekê hebû û ew jî Kurdbûn bû. Hin wekî George Floyd jî tenê ji bo çermê rengên xwe tên kuştin.
Êdî ev ax û ev mirovahî ji rijandina xwîn û hestirên çavan westîya.
Êdî bila xweşî be.
Êdî bila wekhevî bê.
Êdî bila azadî be.
Êdî bila edalet bê.