Mihyedîn Nahrîn: Ken Comedy Club: Li Parîsê Clubek Kurdî û Kurdewar

Kurdi

 Li Parîsê gelek Kurd hene. Dîasporayek mezin li wir heye. Hin caran ev dîaspora ji bo hin xebatan tên ba hev û bi hev re xebatan dikin. Xebatên baş û qenc ji Parîsê dertên û pêlên wê xwe digihînin welatê me.

Li cîhanê vê serdemê tişta li pêş komedî, laqirdi û pêkenî ye. Di vê cîhanê xopan de mirov di bin barê penaberî, şer, bindestî, nexweşî û kapîtazlîmê de li ber xwe dide. Tişta di vê pergalê de mirovan li ser pîya dihêle komedî bi xwe ye. Bi saya komedîyê mirov jehra dilê xwe vala dike û ji bo pêşerojê cardin hêzê ji jîyanê distîne.

Şerê Cîhanê yê Yekemîn cîhan tarûmar kiribû. Xeyalên insanan nivî mabûn. Mirovên wê dewrê ji cîhan û pêşerojê hêvîyên xwe qut kiribûn. Ji 1918an bigire heta 1939an ji ber krîzên sîyasî û aborî insan leqayî zehmetîyên dijwar hatibûn. Piştî van zehmetîyan Şerê Cîhanê yê Duduyan dest pê kiribû. Mirov û mirovatî bi temamî têk çûbû. Lê her tişt bi xêra fîlmên komedî cardin û ji nûve ava bû.

,Fîlmên komedî êşa mirova dida alî û mirov bi saya fîlmên Charlie Chaplin û Buster Keaton cardin ji jîyanê û ji pêşerojê bi hêvî dibûn. Di serdema a niha de dîsa heman tişt diqewime. Ji ber krîzên sîyasî û aborî mirov û mirovatî têk diçe. Ji bo meriv têk neçe meriv dîsa dikare xwe bispêre komedîyê. Komedî dê bêhna me fireh, dilê meriv rehet û û mejîyê me sermest bike. Bi vê rewşê em ê bêtir ji bo pêşerojê bikaribin bixebitin û tiştên xweş bînin meydanê.

Heta niha ji bo xebatên çandî û sîyasî gelek xebat li Parîsê hatine kirin. Lê niha bi pêşengîtîya Derya Morî û Robîn Ocal Ken Comedy Club dest pê kir. Bi saya komedîyê Kurdên li Parîsê ji bo kêlîyên xweş dê bên ba hev û dê bi hev re bikenin. Derya Morî wisa behsa vê xebatê dike: “Li xeribîyê gelek xebatên çandî çê dibin lê ev cara ewil e Kurd ji bo stand-upa Kurdî tên ba hev. Ev yek me gelekî bextewar dike.” Robîn Ocal jî wisa behsa vê rewş dike: “Kurd piranî ji bo rewşên xemgînî tên ba hev lê vê carê tenê ji bo ken û şahîyê hatin ba hev. Ev rewş me kêfxweş û bextewar dike.

Ken Comedy Club dixwaze ji her alîyên welat kesên vî karî dike li ser dika Parîsê derxe pêşberî temaşevanan û insanan bi rêya komedîyê li hev bicivîne.

Beşa ewil ya Ken Comedy Club li herêma 10an ya Parîsê bêpere hate lidarxistin. Di beşa ewilî de lîstikvan û derhêner Derya Morî, şanoger Klome Simo, henekvan Kamuran Alptekîn û sînemager Sîmon Suleymanî derkete ser dikê û keyfek mezin dane temeşavanên xwe.

 

İlginizi Çekebilir

Van’da kayyım karşıtı protesto eylemlerinde tutuklanan kişi sayısı 40’a ulaştı
Hakan Tahmaz: Demokratik siyasetin sistematik tahribi, sürecin tıkacı

Öne Çıkanlar