Celadet Alî Bedirxan bijîya wê bigota:
“Kurdno,
Malxirabno
An li hunermendê xwe xwedî derkevin
An hunerekê biafirînin
An jî nebejin em Kurd in”.
Li hunermendên xwe xwedî derkevin.
Wan rexne bikin lê wan nedin ber keviran.
Berdin bila hunermend hunera xwe biafirînin.
Berdin bila hunermend ya dilê xwe vebêjin.
Ev demek e li ser platformên medya civakî hin nîqaş û rexne têne kirin. Ev niqaş û rexne ji nîqaş û rexneyê derketine. Bi temamî bûne reşkirin û devavêtin. Kesê destên wan gihatî kevir, bi keviran şûna dîwarê hunera kurdî bilind bikin radibin keviran diavêjin mîmarê dîwarê xwe. Eyb e û şerm e.
Hunermendên me tev ji can û dil dixebitin. Ji bo muzîka me bighîje asta bilind. Ji bo muzîka me jî di qada cîhanê de deng bide. Ji bo di qadên herî mezin û serketî de sewta Kurdî bilind bibe timî dixebitin. Ev keda didin jî bi temamî kedek şexsî ye. Kedek şexsî û pîroz e.
Rexne û nîqaş tiştek pir xweş e. Bi rexne û nîqaşê meriv û hunera meriv pêş dikeve. Lê bi reşkirin û devavêtin na. Reşkirin û devavêtin meriv ji jîyanê û hunerê dûr dixe. Meriv bi saxî dixe gorê û axê diavêje ser meriv.
Dibe ku keyfa we ji dengê yekî/ê re nehatibe. Dibe ku huner li xweşa we neçûbe. Dibe ku fikrê yekî/ê li xweşa we neçûbe. Lê hewqasî bê wicdan û bê merhemet nebin li hemberî hunermendan. Hunermendên me nexeyîdinin. Hebekî ji huner û hunermendên me re hurmetê bigrin û qedr û qîmetê bidin wan.
Bi saya hunermendên me hunera me tê nasîn. Bi saya hunermendên me der, dor û cîhan me nas dike. Bi saya wan peyvên Kurdî li her derî olan dide.
Wekî Xanî gotî: “Keyfek bida Feqîyê Teyran / Heta ebed bimaya heyran”. Hunera ku kesê Xanî pesnê wan dayî (Herîrî, Feqî û Cizîrî) û ya wî heta niha ma û heta ebed jî wê bimîne. Hunera ku hunermendên me wekî hunera Feqîyê Teyran keyfê dide me û wê heta ebed jî bimîne. Zar û zêçên me Kurdan di rûpelên dîrokê de wê qala hunermendên me bikin û wê guh bidin hunera wan.
Bihêlin bila herkes fikra xwe bîne ziman. Kî çi dixwaze bila bîne ziman. Bihêlin bila herkes hunera xwe biafirîne. Bihêlin bila herkes ya dilê xwe bêje û bike. Gava herkesî ya dil û hişê xwe got; bi dilekî rehet hunera xwe afirand wê demê em ê azad bibin.