Yar mizgînîya xweşîyê ye. Meriv ji nişka ve dikeve nava evînê û dil dide yarê. Evîn mizgînî ye û bi hatinê mizgînê re jîyana meriv hêdî hêdî ber bi xweşîyê ve tê guhertin. Bi ked û xîretê evîndar ji xwe re mal û warekî datînin û ji nû ve bexçeyê evînê bi destê xwe ava dikin.
⚓
Evîndarî, dilê evîndaran dike mîna dilê kewa gozel. Dema meriv kewa gozel bixe destê xwe meriv dê bi rehetî lêdanê dilê wê hîs bike. Tiştekî wisa biçûk, narîn û delal dilê wê dike gurmegurm. Dema insan jî evîndar bû dil dike gurmegurm. Dema yar tê gurmegurma dil zêde dibe û kelecanî dide destpêkirin. Evîndar nizanin dê çi bikin. Dest û lingê wan li hev dihelibin. Evîndarî wan gêj û sermest dike
⚓
Her evîndar dixwazin ji bo yara xwe tiştekî bikin. Dixwazin evîna xwe bi hemû cîhanê bidin nasîn. Dixwazin wisa navê yara xwe bikolin ne dem û ne jî dewran bikaribe wan bide jibîrkirin.
Di biçûkatîyê de pêşî evîndar navê yara xwe li ser kaxez û sirayên dibistanê dinivîsin. Dema dixwazin evîna xwe nîşanî herkesî bidin radibin li ser dîwarê dibistanê, taxê û yê pêşberî mala yarê dinivîsin.
Hin caran nivîsandin tenê têrê nake û dilê wan pê rehet nabe. Li gel yara xwe dema diçin seyranê li ser darekê navên xwe dikolin û ew dar dibe dara wan.
Hin evîndar naxwazin evîna xwe nîşanî herkesî bidin. Dixwazin di navbera xwe de û bi dizîka evîna xwe bijîn. Evîndar ji bo yara xwe hin caran li ser laşê xwe lê piranî li ser dilê xwe an navê yarê an jî sûretê wê dide deqandin. Dema tên ba hev jî xelata xwe pêşkeşî yarê dikin.
Evîndarî dînîtî ye û wendakirina mantiqê ye. Hin caran ne dîrok, ne malbat, ne civak, ne zagon û ne jî dewlet dikare rê li ber evîna hin evîndaran bigire. Ev evîndar li her derî bêtir jî li cîyên dîrokî nava yara xwe dikolin. Ev yek şermek mezin e. Divê insan ti carî li cîyê dîrokî ne nivîs ne jî resmekî çêbike an jî bikole. Heqê kesî nîn e ku dîrokê tarûmar bike. Dîrok dîroka me teva ye lê evîn tenê evîna we ye. Ji kerema xwe evîna xwe li ser dîrokê xêznekin an jî nekolin. Navê yara xwe di di dilê de bikolin.
Her dema diçim Cizîra Botan, diçim serdana Mem û Zînê. Mixabin insanên ji mecnûntîyê aqlê wan çûye, li ser tirba wan navê xwe kola ne. Eyb e, şerm e. Bekoyê Ewan li vê dinê xweşî neda wan, hema bila di tirba xwe rehet bimînin. Heman tişt mixabin tê serê Bircên Amedê jî. Gelek mecnûnên ji hiş çûyî diçin navê xwe li ser bircan dikolin.










