Gelî Feqiyan, gelî feqiyan nezer kin, heçiyên bêjin bizanin û hem jiberkin
Çikû ez bo we tehqîqen evîn im, muhîbbek sadiq im û hem xemrevîn im
Kelamê min pur xwoş nazîdar e, şêrîn û taze ye wek Nûbihar e
Ji bo qete’a xirabî şîrî tîj e, wekî navê xwe ye gûz û mewîj e
Fesla Tehsîlê
Bixwînin hûn nekin teqsîr û sistî, emanet se’yû tehsîl û dirustî
Dirustî lefzekî kurt û dirêj e, kesê ku ew dirust nebê qirêj e
Bixwînin hûn di havîn û zivistan, nebê çêbe ji we yek rojî westan
Kesê xwende mûheqqeq her emîr e, nexwende her wekî pîvaz û sîr e
Bi dîqqet hûn bikin daîm mûtala, mûtala malekî qet bê zewal e
Ji metnan qet nebe lefzek jibîrkirin, xwe dest vala û bê mal û feqîr kin
Nivîsandin qe nahêle go xwende ji ilmê xwe bike yek lefze wenda
Ji ilmê ra qelem laşekke nîv e, ji bona herkesî xet zêr û zîv e
Fesla Qedrê Seyda
Ji bo seyda mûheqqeq ferda îkram, kesê go nake îkram naxwe în’am
Ji seyda ger dixwazî îstîfade, divêtin tu bikey bo înqîyad e
Ji seyda ra kesê naket îtaet, qet nabînî di dunya întîfa’e
Eger jê ra mûtî’ nabe bizane, ku seydayê te ew bi nefsa te zane
Ji bo wî zahir û batin evîn be, kesê go ew navê jê ra nevîn be
Îmamê me Elî dibêje: Efendim, li her erdê ji bo ûstadî ebd im
Yekî got: Ey Skender bo çi daîm dikey teqdîm li ser babê xwe alim
Cewab da: Faîda babî fena ye, welakîn faîda alim beqa ye
Fesla Mûamelata Hevalan
Bi hev ra xwoş biborînin, bi şahî bixwînin hûn bi meqsûda îlahî
Bi hûrmet bin ji bona hev dewamî, hemî pêkra ji hev ra kin xulamî
Emanet sed emanet, sed emanet, ji bo hev bikin daîm siyanet
Xûsûsen yê go lefzek zêde xwendî, hemî hev ra ji bo bêjin efendî
Hemî hûn eskerê xasê îlah in, xulam û xadimê wî barîgah in
Eger hûn ji bona hev ne baş bin, ji dergeh dê li paş bin, bê me’aş bin
Nebê carek di dunyayê go şer kin, heta sax bin fihêtkar û zerar kin
Nebêjin ratiba min zêde dûr e, weya ev xizmeta hanê bizor e
Nikarim ez her roj hûcrê bimalim, Li mala xwe ezîz û hem delal im
Kûbar im, min ji şalê xwe fihêt e, binêre îşlikê min şibhê pît e
Fesla Exlaq
Nebê çavê we daîm li kevçîk, weya şalê heşîn yana pirçik
Cil û pirçik ji exlaqê jinan e, biha nakit kesê metnê wî nan e
Ji bo feqiyan civat û hem ‘elaîq, digel xeyrê feqiyan qet nîn e layiq
Di nava gund herin meşyek giran î, li rast û çep nezer eyb e, tu zanî
Mûheqqeq pur kenîn û deng bilindî, mûnafîne ji bona eqilmendî
Cihan paqij bikin çendî bikarin, di hucran qirş û qal wek eyb û ‘ar in
Xatîme
Îlahî tu min û feqiyan Îlahî, hîmayet ke ji ef’alê menahî
Me şîrîn ke bi wan ewsafê şîrîn, gelek muhtac û ne’lac û feqîr in
Ji wê behra go jê mehtî qencan, bike îhsan ji bo me yek du fîncan
Selat û selam hingî hurûfan, li pêxember digel sahb û mirovan
Çavkanî: Şêx Mûşerref El Xenokî
Latînîzekirin: Mihyedîn Nahrîn