Mihyedîn Nahrîn: Ne Tu Bû Bûk, Ne Jî Ez Zava

Kurdi

 

Em jîyanê ji xwe re îdealîze dikin.

Lê jîyan ne cîyê îdealîzmê ye.

Jîyan cîyê rastî, tûjî û tehlîyê ye.

 

Em li ser rûyê dinê dixwazin bihuştekê ava bikin.

Ji bo bihuşta xwe em însanên din ji xwe re dikin qurban.

Li ser dojeha wan em bihuşta xwe ava dikin.

Piştî demek şûnde êdî em hemû dikevin çala tarî û em di agirê dojehê de dişewitin.

*****

Ji berê de gotine: “Şêr şêr e, çi jin e û çi mêr e.”

Hejmara şepal (şêra mê) û şêran mixabin di jîyanê de kêm in.

Lewma bi piranî em leqayî zebanîyan tên.

Ew zebanî jîyana xwe û jîyana me teva dişewitînin.

 

Mesele ne di zayendê de ye.

Mesele ne meseleya jin û mêra ye.

Mesele meseleya şexsîyetê ye.

Di nava jinan de jî kesê bi şexsîyet hene û di nava mêran de jî.

Di nava jinan de jî kesên bê şexsîyet hene û di nava mêran de jî.

Lewma alîyekî pak û alîyekî qirêj nîn e. di her du alîyan de jî yên qirêj hene û di her du alîyan de jî yên baş hene.

Lê jîyan mîna şanoyê ye û her tiştî tevlîhev dike. Berê kesên baş dide kesên xirab û berê kesên xirab jî dide kesên baş.

 

*****

Hewce nedikir Niccolò Machiavelli pirtûka “Mîrza” binivîsanda.

Jîyan eynî mîna fikrê wî derbas dibe û însan jî şîretên wî dikin rastîya jîyanê.

Em tev êdî sextekar in û ji bo berjewendîya xwe însanan dixapînin.

Mêr ji bo berjewendîya xwe radibin jina dixapînin û jin jî ji bo berjewendîya xwe radibin mêra dixabînin. 

Ne normên civakê, ne normên dîn, ne normên malbatê û ne jî normên dewletê dikarin xweşîya ava bikin. Însanê ji rê derketî hemû norma ji bo berjewendîya xwe dike şûr û mertal.

Ji ber vê yekê peykerê dadê çavên wê girtîne û şûr gelek caran serê mezlûman jê dike.

 

*****

Te hew dît carna zilamek an jî carna jî jinek dikeve jîyana meriv.

Her tişt bi xweşî dest pê dike. Her du ji hev re xweş dikin.

Bi gotinên germ dilê hev nerm dikin.

Lê piştî demek şûnde êdî gotinên nerm û romantîzm rûyê wan yê rastî venaşêrê. Rûyê wan yê rastî derdikeve der. Wê demê meriv li ber xwe dikeve û meriv perîşan dibe.

Jîyan û çîrok gelek caran dişibin hev. Çawa Hansel û Gratel bi şekir, çîkolata û gotinên xweş hatin xapandin, em jî bi heman rengî têne xapandin.

Dema Hansel û Gratel dikevin hundirê xanî wê demê leqayî rastîyê tên. Bi heman awayî dema meriv kete heman malê meriv leqayî rastîyê tê.

Lê mixabin jîyan wekî çîrokan xweş bi dawî nabe.

 

*****

Hin caran rûyê sextekarên zû derdikeve der lê hin caran jî însan zûzûka nikare ferq bike.

Ger meriv ji rêya xirab çiqasî zû vergere hewqasî bi xêr e lê meriv çiqasî di rêya xirab de îsrar bike hewqasî xetere ye.

Carna însan ferq dikin ku xeta kirine û kesê hember sextekar e. Lê ji bo kesên din (gelo di derbarê min de dê çi bifikirin?) nikarin  ji xetaya xwe vegerin. Ji bo jîyanek baştir vê carê zarokan çê dikin.

Ji bo zewacek baş zarok xerc, xweşî û fêkîyên zewacê ne. Lê zarok nikarin tena serê xwe zewacekê û însanên ji rê derketî têxin rêya rast. Di rewşek wisa de mixabin zarok di agirê malbata xwe de dişewitin û ji jîyanê xweşîyê nabînin.

Hin caran jî alîyê baş (jin an jî mêr) di agirê kesê xirab de emrekî xerc dikin.

Hemû hevîyên wan di dil de dimînin.

 

*****

Em carekê tên dinê û cara duduyan em ê nikaribin bên.

Lewm emrekî me heye û ew jî têra xwe bi qîmet e.

Divê meriv emrekî bi rûmet, xweş û aram bijî.

Divê meriv zordarî û zehmetîyê nede kesî.

Çawa meriv xweşîyê ji bo xwe dixwaze divê meriv wisa xweşîyê ji bo yên din jî bixwaze.

Divê meriv bihuşta xwe li ser kavilên xeyalên kesên din ava neke.

Divê meriv di agir û dojeha kesên de neşewite.

Heta ji meriv hat divê meriv xwe ji însanên xirab bide alî û berê xwe bide însan baş.

 

*****

Li şûna meriv dê jîyana kesê hember bike dojeh, meriv tena serê xwe bimîne bi xêrtir e.

Dema hûn tenê man jî bi dengekî bilind ji xwe re Tehsîn Taha vekin, bila ji we re bêje: “Ne tu bû bûk ne jî ez zava”.

Bila xemên dilê we biherikin û herin.

Heta ji we tê xweş bijîn û xweşîyê li dora xwe belav bikin.

 

İlginizi Çekebilir

Kılıçdaroğlu: Aktif siyasi hayatımı sürdüreceğim
Rusya ve Ukrayna 100’den fazla savaş esirini takas etti

Öne Çıkanlar