Mihyedîn Nahrîn: Rêya Nû

Kurdi

Rêyek nû lazim e.

Rêyek nû û teze.

Ji bo başî û xweşîyê ji me re rêyek nû ferz e.

***** 

Rêyên kevin êdî nagihin encamê û tenê rê dirêj dikin.

Di van rêyên kevin de dem û keda meriv berhewa diçe û feyde nagihe kesî.

Ji ber vê yekê rêya nû ji însên re dibe ferz.

***** 

Betalî ne karê me ye û li me jî qet nayê.

Ji me re xebat û pêşketin ferz û zarûrî ye.

Lewma divê em têkevin ser rê.

Rê me terbîye dike, di rê de em fêr dibin û pêş dikevin.

Jîyan bi xwe ji rê, rêwîtî û guherînan pêk tê.

***** 

Ekola Sowyetê ya edebîyata Kurdî navê rojnemaya xwe danîbûn “Rîa Taza”.

Navek xweş û bi wate bû.

Ji edebîyata Kurdî re rêyek teze û nû vekiribûn.

Cara ewilî bi tîpên Latînî ji bo Kurdî alfabe çêkiribûn.

Cara ewilî romana yekem bi destên wan hatibû (Erebê Şemo -Şivanê Kurmanca) nivîsandin.

Wa ji bo me Rîa Taza vekir êdî divê em rê xweştir û geştir bikin.

***** 

Pêxember hatin ser rûyê dinê. Di dîrokê de bi xebat û tevgerên xwe reformên mezin çêkirin.

Rêyên nû nîşanî însanan kirin.

Keyfa însanan daîma ji rêyên nû re tê.

Gelek kes ketin ser şopa wan û bûnê murîdê rêya wan.

Rêya nû pêşî ji wan re xweşî anî. Piştre jî ew rê kete destê berjewendperestan.

Lewma piştî çend sed sal şûnde ji mer dîsa rêyên nû û reformên nû ferz û zarûrî ne.

Da însan bighin xêr û xweşîyê.

***** 

Çand bi folklora xwe kêmasîyên civakê pîne dike.

Berê wan dide xweşîyê.

Lê dem û dewran diguhere û tiştek wek xwe namîne.

Lewma divê normên folklora kevin ya ku êdî bi kêrî meriv nayê divê ji holê bê rakirin.

Li şûna wan divê normên nû bêne avakirin.

Rêyên nû ji bo çand, folklor û civakê ferz e. Da bi guherînan li ser lingan bisekine.

***** 

Di evînê de jî rêyên nû ferz in.

Her tişt bi xweşî dest pê dike.

Lê tiştek wek berê namîne.

Her tişt tê guhertin û gelek caran ev guhertin bi alîyê neyînî ve diqewime.

Ji bo xweşî û başîya evînê rêyên nû ferz in.

Rêyên nû kelecan û saxlembûna evînê xurttir dike.

Heger evîn êdî nemabe lazime meriv terka evînê jî bike û berê xwe bide rêya nû.

***** 

Jîyan bi xwe ji rê, rêwîtî û guherînan pêk tê.

Her rêya nû me bi êş û xweşîyên xwe me perwerde dike.

Rê me dike însanê kamil.

Rê daîma me terbîye dike.

 

İlginizi Çekebilir

Temel Demirer: ‘Karar-71’in Anımsattığı
Trump’a yönelik suikast girişimine ilişkin yeni detaylar ortaya çıktı

Öne Çıkanlar