Mihyedîn Nahrîn: Seydayê Cegerxwîn û Mesela Kevirê Qul

KurdiYazarlar

Dema herba cîhanê ya yekê bû. Bi texmînî sal 1916 bû. Dewleta Ûris (Rûs) û gelê Ermen bi yekitî li dijî dewleta Osmanî ketin şer. Yekîtîya wan xurt bû û di hemû qadên şerî de zora Osmanîyan dibirin. 

Bê zehmetî heta Bilîsê (Bidlîs) hatibûn. Leşkerên Osmanî bi paş be kişîyabûn. Kesê li qadê mayî, Ûris, Ermen û Kurd bûn. 

Kurdên bê aqil serî rakir li hemberî leşkerê Ûris û milîsên Ermenan. 

Serî rakir nevîyên Kawayê Hesinkar û rê nedan îttîfaqa Ûris û Ermenan.  Kurda her çiqasî di şerî de qezenc kiribû jî lê li ser masê wenda kir. 

Derdê Ûrisan Kevirê Qul (Bilîs) bû. 

Seydayê Cegerxwîn li ser vê rewşê wiha gotibû. 

“Rûs hatîye Kevirê Qul

Kesî nekir miqabil

Ji xeynî Kurdê bê aqil”

*

Kerek, Kurdek û Seydayê Cegerxwîn

Li binxetê li mala yekî dewlemend civatek qerase li hev kom dibe. Di nav vê civatê de ji pîşeyên cuda
cuda rewşenbîr û serekê welêt li hev kom dibin.
Civat bi hemû xweşîya xwe didome, îskanên çayê yên tije tên û îskanên vala jî diçin.
Di vê civatê de Seydayê Cegerxwîn jî nazir bûye. Cegerxwîn li kêleka serêkekî ereb rûniştîye û di navbera wan de balifek tenê heye.
Di nav vê civatê de erebê qeşmer li kêleka xwe dizîvire û ji Cegerxwîn pirsekê dike û dibêje:

“Seyda tu zana yî ka ji min û ji civatê re bêje, di navbera kerekî û Kurdekî de çi heye?”

Cegerxwîn bi aramî û bi edebî li yê bêedep vedigere û vê bersivê didêyê:

“Di navbera ker û Kurdekî de ev balif ku tu dibînî heye.”

 

 

İlginizi Çekebilir

Mihyedîn Nahrin: Kemal Korkut, Bariş Çakan, George Floyd û yên Din
Halil Dalkılıç: Kiliçdaroglu; Ne pêhêvîgirêdan, ne jêrûbadan…

Öne Çıkanlar