Mihyedîn Nahrîn: Sirra di Navbera Evîndaran de

Kurdi

Evîndar, mirovên înkarperest in. Hertiştî înkar dikin û divê bikin jî. Sirra dilê xwe ji kesî re venakin ji bilî hezkirîya xwe.

 

Evîn di navbera du kesan de ye. Kesê sê û çar… qet hewce nake ku hebin. Hebûn û zanîna kesên din ji feydê bêtir zerarê dide evînê. Lewma her tişt divê di navbera her du lêvan de asê bimîne. Ji bo evîndaran ya herî bi xêr ev e.

 

 Ji hal, tevger, rewş û çavên evîndar her tişt tê xwendin lê dema insanek ji evîndar pirsa evînê bike evîndar vê pirsê paşguh dike û li pirsê xwedî dernakeve. Xwe û yara xwe nade destan.

 

 Di nava civakê de gelek caran ji alîyê gelek kesan ve çawa feylesofî karê berdûş û nezanan tê qebûlkirin heman tişt jî ji bo evînê tê kirin. Helbet ev rewş tenê ji mejîyê cahil derdikeve lê mixabin rewşek wisa di nava civakê dê heye.

Kesê evîndar dema li per pêlên evînê dikeve û di narê wê de dişewite nema bi mantiq tevdigere. Ji ber ku evîndar hin caran mîna zarokan tevdigerin civak gelek caran henekên xwe bi rewşa wan dikin û hin caran jî keviran li wan dibarînin.

Evîndar ji bo xwe ji van rewşan bidin alî divê miqateyî sirrê hev bin û van sirra ji kesî re nebêjin da evîna wan bigihije armanca xwe û di evînê de serfiraz bibin. Divê neyê jibîrkirin ku parastina evînê û sirrên wê ji şervantîyê zehmettir e.

 

 Ger sirrê evînê eşkere bibe gelek xêrnexwaz peyda dibin û rê li ber evîna wan digirin. Hin caran ev xêrnexwaz ji malbata meriv derdikevin in û hin caran jî ji nas û dostan. Xelkên xerîb jî timî gotegot û dijminatîya meriv dikin lewma heta mirinê sirrê yarê divê bê parastin. Di rêya evînê de divê ser bê dayîn lê sir divê neyê dayîn.

 

İlginizi Çekebilir

20 yıllık ‘Şevbêrkên Dengbêjan’ mirası dijital platformlarda
Analiz: İsrail hükümeti sığınağa girdi, esir takası gündemden düştü

Öne Çıkanlar