Yên berî me jîyane behsa her tiştî kirine.
Her tişt hatîye nivîsandin û qala her tiştî hatîye kirin.
Yên berê ji yên niha re tiştek nehiştine ji bilî ilm û zanînê.
Ilm û zanîn bi demê re pêş dikeve lê edebîyat çiqasî meriv here dema kevin hewqasî baştir û xurttir dibe.
Edebîyat mîna meyê ye. Mey çiqasî kevin be hewqasî bi qalîte û bi tam e.
Yên berê edebîyat kirine milkê xwe û zanîn ji me re hiştine.
Lê wisa dixwîyê yên piştî me tên dê heman tiştî ji bo me bêjin.
*****
Di nava edebîyata klasîk de gelek kesên navdar hene.
Feqîyê Teyran jî yek ji wan kesên herî navdar e.
Ji me re behsa her tiştî kirîye.
Di berhemên xwe de ji mer şîfreya jîyanê eşkere kirîye.
Ger meriv bi çavekî baş û bi mejîyek rexneyî bixwîne dê meriv bikaribe şîretên giranbuha jê bistîne.
Belkî rojek din em behsa meseleyên din yên Feqî bikin lê îro em ê behsa deşîfrasyona qodên jîyanê bikin.
Feqî wisa ji me re behsa bingeh û şîfreya jîyanê dike: “Tu hem derd î, hem derman î.”
Hunermendê mezin Aram Tîgran jî ji bo gotinên Feqî besteyek nemir çêkirîye û gelekî xweş strandîye.
*****
Ya jehrê ji derman vediqetîne doz e.
Doz baş bê amadekrin dibe derman lê heger zêde be jî dibe jehr.
Di karê tenduristîyê de ji jehrê derman tê çêkirin û ev rêbazek qedîm a dîrokî ye. Hîn jî heman rêbaz tê bikaranîn.
*****
Dema Gilgamiş gîyayê nemirtîyê bidest dixe bi awayekî mar xwe digihîne gîya û hemû gîyayê nemirtîyê dixwe. Nemirtî nabe para Gilgamiş, dibe para mar. Ji ber vê yekê mar timî çermê xwe yê kevin ji ser xwe diavêje û çermê nû tê şûna yê kevin.
Her çiqasî ev yek tiştekî mîtolojîk be jî li gelek welatan dîsa mar ajalek pîroz tê dîtin û li ser derîyê dermanxaneyan, li nexweşxaneyan, li wezareta tenduristîyê û li gelek malan (li malê Kurdan Şahmeran) şeklê (resim-wêne-peyker) mara heye. Bi vî awayî însan xwe ji derdan (nexweşî) diparêzin û berê xwe didin derman (xweşî).
Ji ber vê sedemê cîyê lê jehr heye derman heye û cîyê lê derman heye jehr heye.
*****
Carna însanek (jin-mêr-zarok) ji meriv re dibe derman û bi saya wan jîyana meriv xweştir dibe. Hebûna wan dojeha meriv dike bihuşt û berê meriv didin xweşîyê.
Lê mixabin derd û derman yek in. Carna meriv hew dibîne dermanê meriv dibe jehra meriv. Ew jehr jîyana meriv diherimîne. Bihuşta meriv dike dojeh û xweşîyê bi yek derbê ji meriv distîne.
Dîsa bi heman awayî îdeolojî, dewlet, civak û bawerî di rojên tengasîyê de dibin stara meriv û xweşîyê didin meriv. Lê gelek caran ew tiştên xweşî dane me bi yek derbê hemû xweşîyê ji meriv distînin. Meriv li meydanê tena serê xwe dimîne û carna jî dibin celadê meriv.
Dê û bav can didin zarokên xwe. Wan ji tunebûnê tînin jîyanê. Heta mezin dikin gelek derd û êşa dibînin. Lê piştî demek şûnde kesê can dayî meriv ji meriv can distîne. Zarokên xwe ji hebûna ber bi tunebûnê ve dibin.
Hin dê û bav çawa can didin hema bi heman awayî dîsa can meriv distînin.
*****
Her tişt mîna felsefeya Yîng-Yangê ye. Ji du alîyan pêktên û her du alî di nava hev de ne. Her yek ji wan dema dewra wan hat derdikevin ser dika jîyanê û rola xwe dilîzin.
Pêşîya ronahî û jîyana tarîtî hebû û her tişt ji tarîtîyê derket.
Kaînat roj bi roj mezin û zêde bû.
Tarîtî ji bo ronahî û jîyanê bû derman lê her tişt heta ebedê namîne.
Tarîtî dê rola xwe ya jehrê jî bilîze û her tiştî tune bike…
*****
Jîyan mîna çîrokê ye.
Hebû, tunebû…
Derman bû, bû jehr (derd)…